H’emû nûçeSereke
Îro roja bîranîna qurbanîyên komkujya Sûmgaîtê ye: balyozxana Amêrîkayê nivîsar weşandîye

Sefaretxaneya Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîye li Ermenîstanê ji bo bîranîna qurbanîyên komkujîyên li bajarê Adirbêcanêyî Sûmgaîtê daxuyanîyek weşandîye.
Nivîsê de hatîye gotin: “Îro em bi ermenîyan re di şînê de nin û ji bo bîranîna kesên ku di komkujîya Sûmgaîtê ya sala 1988 a de bûne qurbanî, rêz digirin”.
Qetlîyamên sîvîlên ermenî li bajarê Adirbêcanêyî Sûmgaîtê 27 ê sibata sala 1988 a dest pê kirin û sê rojan dom kirin. Ew bi awayekî rêxistinkirî bûn.
Leşkerên Sovyêtê tenê 29 ê sibatê de ketin bajêr.
Hejmara rastîn ya qurbanîyên komkujîyê nayê zanîn. Agahîyên fermî yên Sovyêtê nîşan didin ku 32 kes hatine kuştin.
Tenê yek ji sûcdarên komkujîyê cezayê darvekirinê lê hat birîn.







