Li Romayê bernameya Ermenîstanê ya salên 2026-2030 î ya Xwarinê hatîye pejirandin

Balyozxana Komara Ermenîstanêye li Îtalyayê ragîhandîye ku 25 ê sibata sala 2026 a, bernameya Xwarinê ya Neteweyên Yekbûyî li Romayê bernameya Ermenîstanê ya salên 2026-2030 î pejirandîye, ku wê pênc salên pêş de ji bo hevkarîya di navbera Ermenîstanê û bernameya Xwarinê ya cîhanê de bibe xaleke girîng. Ev belge armanc dike ku ewlehîya xwarinê li Ermenîstanê xurt bike, pêdivîyên mirovî yên komên xeternak çareser bike û kapasîteyên hukumetê ji bo zêdekirina berxwedana welêt li hember rewşên awarte pêş bixe.
Nûnerê daîmî yê Komara Ermenîstanê Vladîmîr Karapêtyan, civînê de axivîye û axaftina xwe de li ser rêgezên sereke yên belgeya bernameya Welat sekinîye, ku armanca wê pêşveçûna domdar ya Komara Ermenîstanê û mîsogerkirina bersiveke hevbeş ji bo pêşerojê ye.
Vê çarçoveyê de, hatîye tekez kirin ku belge bi tevahî lihevhatî ye bi polîtîka û stratêjîyên hukumeta Komara Ermenîstanê û her weha bi pêşînîyên çarçoveya hevkarîya pêşkeftina domdar ya Neteweyên Yekbûyî ya Ermenîstanê re, bi taybetî ji pêrspêktîva pêkanîna armanca nehiştina tu civakê paş bixe.







