Mxîtar Hayrapêtyan pêşkeftin û pêrspêktîvên sêktora têknolojîyê ya Ermenîstanê raberî Los Angeles Times ê kirîye

Rojnameya navdar Los Angeles Times ê raporeke berfireh li ser pêrspêktîvên pêşketina Ermenîstanê û balkêşîya veberhênanê ya welêt weşandîye.
Hevpeyvîna bi rojnameyê re, wezîrê Ermenîstanêyî pîşesazîya têknolojîya bilind Mxîtar Hayrapêtyan, stratêjîya pêşketina sêktora tênolojîk ya Ermenîstanê, pêşketinên tomarbûyî û armancên pêşerojê raber kirîye û tekez kirîye ku welat hêdî-hêdî vediguhere navendeke têknolojîk ya herêmî.
Li gorî “Armenpress” ê, Mxîtar Hayrapêtyan behsa rêformên sîstêmîk yên ku ji hêla wezîreta pîşesazîya têknolojîya bilind ya Komara Ermenîstanê ve hatine pêkanîn kirîye û girîngîya bernameya piştgirîya dewletê ya 7 salî tekez kirîye ku di çarçoveya wê de îmtîyazên bacê û mêxanîzmên piştgirîya darayî ya reqabetê hatine destnîşan kirin ku armanc dikin mezinbûna sêktora têknolojîyê bileztir bikin û reqabetê navneteweyî zêde bikin.
Mxîtar Hayrapêtyan destnîşan kirîye ku her çend Ermenîstan welatekî biçûk be û çavkanîyên wê sînordar bin jî sêktora têknolojîyê serkeftineke girîng bi dest xistîye. Niha, 50 000 î zêdetir karmend di sêktorê de dixebitin û pîşesazîya têknolojîyê ji 7 selefî zêdetir ji berhema navxweyî pêk tîne û mezinbûna domdar û dînamîk tomar dike.
Mxîtar Hayrapêtyan tekez kirîye ku li Ermenîstanê ji bo veberhênerên bîyanî di derbarê hevkarîyên mecbûrî bi hevaltîyên herêmî re tu sînorkirin yan şerteke qanûnî tune. Di şûna wê de, gelek korporasîyon destpêşxerîyên ermenî dikirin yan jî bi wan re hevkarîyê dikin da ku jêhatî û çavkanîyên nûjen yên bêhempa bikişînin.
Wezîr wek mînakek ji serkeftina ramana têknolojîk ya ermenî, hevaltya Picsart nîşan daye, ku ji destpêkeke biçûk ya herêmî veguhêrîye gewreyeke cîhanî ya bi nirxa mîlyaran dolaran (unicorn).
Mxîtar Hayrapêtyan her wiha behsa pêşxistina zekaya sûnî kirîye û ew wek rêgezeke sereke û stratêjîk ji bo zêdekirina pêşbazîya navneteweyî ya Ermenîstanê bi nav kirîye.
Mxîtar Hayrapêtyan çalakîyên înstîtûta vîrtûal ya AI ê jî raber kirîye, ku çavkanîyên ewr ên pêwîst û çareserîyên têknolojîk yên amade raberî nûjenkar û pargîdanîyên nû dike û pêkanîna bilez û bi bandor ya projeyên nû di warê zekaya sûnî de pêş dixe.







