H’emû nûçeSereke

Nîkol Paşînyan û Donald Tûsk li ser gelek mijarên têkildarî pêşxistina hevkarîya pirsêktorî ya Ermenîstan-Polonyayê axivîne

Serdana serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyane fermî li Polonyayê berdewam dibe.

Li gorî  ragîhandina “Armenpress” ê, ji ofîsa serokwezîrê Komara Ermenîstanê ragîhandine ku roja duyemîn ya serdanê bi hevdîtina serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokwezîrê Komara Polonyayê Donald Tûsk pêk hatîye.Pêşîyê merasîma pêşwazîkirina fermî,piştre jî hevdîtina taybet di navbera serokên her du welatan de pêk hatîye.

Donald Tûsk serdana fermî ya serokwezîrê Ermenîstanê pêşwazî kirîye û piştrast kirîye ku ev yek wê ji bo pêşxistina têkilîyên dualî di hemû alîyan de gaveke nû bibe.

Serokwezîrê Polonyayê girîngîya berfirehkirina hevkarîyê bi Ermenîstanê re, bi taybetî di warên aborî, binesazîyê, ewlehîyê, perwerdê, zanistê û warên din de, tekez kirine. Donald Tûsk her wiha bal kişandîye ser eleqeya hukumeta Polonyayê ya ji bo qewînkirin û kûrkirina hevkarîyê bi Ermenîstanê re, di nav de wek dewleteke endam ya Yekîtîya Avropayê.

Serokwezîr Nîkol Paşînyan spasîya xwe ji bo mêvandarîya germ anîye ziman û girîngîya pêşveçûna berdewam ya hevkarîya piralî bi Polonyayê re tekez kirîye.Serokwezîr piştgirîya Polonyayê di pêkanîna rêformên sazûmanî de li Ermenîstanê pir bilind nirxandîye û hêvî kirîye ku ew ê berdewam be.

Çarçoveya kûrkirina têkilîyên bazirganî û aborî de, Nîkol Paşînyan girîngîya pêşvebirina hevkarîya aborî destnîşan kirîye.

Nîkol Paşînyan her wiha rola Polonyayê di pêvajoya kûrkirina hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê de tekez kirîye.

Hevpeyvînvanan li ser hejmareke mijarên têkildarî pêkanîna bernameyên hevbeş nîqaş kirine. Her wiha wana li ser pêvajoya avakirina aşîtîyê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de, pêkanîna destpêşxerîya TRIPP ê û her wiha mijarên têkildarî pêşxistina hevkarîya Ermenistan-Yekîtîya Avropayê axivîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button