Pasvanên sînor yên rûsî ji xala kontrolê ya dawî ya Ermenîstanêye “Axûrîk” ê, hatine derxistin:hukumet cara yekem van gotegotan piştrast dike

Hukumeta Ermenîstanê cara yekem bi fermî piştrast kirîye ku pasvanên sînor yên rûsî ji xala kontrolê ya “Axûrîk” e ya li ser sînorê Ermenîstan-Tirkyaye hatine derxistin û pasvanên sînor yên ermenî yên sêrvîsa ewlekarîya neteweyî li wir xizmet dikin. Factor.am ji lêkolîneke li ser rapora pêkanîna bernameya hukumeta Ermenîstanê ya sala 2025 a fêr bûye.
Rapora pêrformansê de tê gotin: “Ji 1ê adara sala 2025 a pê ve, xizmeta li xala derbazbûnê ya “Margara” ê ya sînorê dewleta Ermenîstan-Tirkyayê wê bi taybetî ji hêla leşkerên sînor yên xizmeta ewlekarîya neteweyî ya Ermenistanê ve bê kirin. Ji destpêka sala 2026 a pê ve, xizmeta li xala derbazbûnê ya “Axûrîk” ê ya sînorê dewleta Ermenîstan-Tirkyayê jî wê tenê ji hêla leşkerên sînor yên xizmeta ewlekarîya neteweyî ya Ermenîstanê vebê kirin. Niha, tu xaleke derbazbûnê ya opêrasyonal ya sînorê dewleta Ermenîstanê tune ye ku di bin kontrola tevahî ya parêzvanê sînor yê xizmeta ewlekarîya neteweyî ya Ermenîstanê de nebe.”
Em bibîr bînin ku di destpêka salê de, agahî li ser vekişîna pasvanên sînor yên rûsî ji xala kontrolê ya “Axûrîkê” ê belav bûye, lê belê, rayedarên navendî ev agahî piştrast nekirine: tenê serokê îdarî yê civaka Axûrîkê destnîşan kirîye ku hin pêvajo têne meşandin, bi taybetî, ala dewleta Ermenîstanê li herêmê hatîye danîn.
Berê hatibû ragîhandin ku parêzvanên sînor yên rûsî ji xala kontrolê ya sînor ya Ermenîstan-Îranê û balafirgeha «Zvartnos» ê jî hatine vekişandin û xizmet li ser sînorên Ermenîstan-Îranê û Ermenîstan-Tirkyayê bi hevbeşî bi parêzvanên sînor yên Ermenîstanê re tê kirin.
Di heman demê de, rayedarên Ermenîstanê plan nakin ku baregeha leşkerî ya 102 a ya Rûsyayê ji Ermenîstanê derxînin. Serokwezîr Nîkol Paşînyan li înstîtûta têkilîyên navneteweyî ya Polonyayê, dema ku bersiva pirsên beşdaran daye, behsa heyîna leşkerî ya Rûsyayê li Ermenîstanê kirîye û gotîye:”Em bi Rûsyayê re hevalên nêzîk in û têkilîyên wan yên aborî û sîyasî yên pir nêzîk hene”.







