Rûsya “pîloteke ku hatîye lêxistin” : pisporê ermenî li ser sîyaseta têkçûyî ya Moskvayê li Ermenîstanê û Adirbêcanê

Belê, Rûsya “pîloteke ku hatîye lêxistin”. Ew îdî li Başûrê Kafkasîyayê monopolîstê ewlehîyê nîne. Derheqa wê yekêda zanyarê sîyasî Alêksandr Îskandaryan 26 ê sibatê di dema raberkirina bernameya analîtîk ya navneteweyî ya “Dîyaloga Avrasyayê-Ermenîstan” ê ku ji hêla fonda Gorçakov ve li Yêrêvanê hatîye organîzasîyakirin, gotîye.
Li gorî pispor, girîng e ku ev nêrîn ne tenê li Ermenîstanê yan jî wek mînak, li Baltîkayê û Ûkraînayê, lê di heman demê de li seranserê qada piştî Sovyêtê, tevî Rûsyayê bixwe jî, heye. Îskandaryan gotîye: “Tezek heye ku tiştê ku diqewime bi gelemperî qalibek e. Û tezek wisa ne tenê li Ermenîstanê dikare bê dîtin”.
Ewî tekez kirîye ku tiştê ku niha li Ermenîstanê diqewime encama salên 2020-2024 a ne: “Ez difikirim ku her yek ji wan salan bêyî ya berê ne mumkin bûya. Mebesta min him têkçûna şikestî ya ermenîyan di şerê sala 2020 a de û destpêkirina şerê Rûsyayê-Ûkraynayê û guhertina rewşê li qada piştî Sovyêtê ye”.
Di heman demê de, ewî bi taybetî li ser bûyerên li Qerabaxê sekinîye. Li gorî Îskandaryan, windakirina Qerebaxê bi bandora Rûsîyayê li ser Ermenîstanê û Adirbêcanê mehrûm kirîye, ku pispor wan bi “cêwîyên sîyamî” re qîyas kirîye.
Pispor destnîşan kirîye ku “Sala 2022 a de, Ermenîstan ji derfeta wergirtina çekan ji Fêdêrasyona Rûsyayê bêpar maye. Rîsk wek her carê cidî ne. Şerê bi daran pir baş kar nake”.
Li ser bingeha jorîn, pispor pêşnîyar kirîye ku Rûsya bala xwe bide warên din yên hevkarîya dualî ya gengaz. Bo nimûne, pêkhateyên çandî û aborî.







