Ermenîstan derîyên xwe ji bo cîhanê vedike: rêjîma bê vîza û sedemên serdana welêt sala 2026 a de:TTW

Ermenîstan, ku li bilindahîyên rojavayê Asyayê ye, “gencîneyeke veşartî” ye ku derîyên xwe ji ber rêwîya vedike.
Bi saya sîyaseta vîzayê ya hêsankirî, keşifkirina vî welatê ecêb qet ewqas hêsan nebûye.Ji niha heta tîrmeha sala 2026 a, welatîyên 113 welatan, nav de Yekîtîya Avropayê, Brîtanîya Mezin, Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Yekîtîya Mîrtîyên Ereba, dikarin bê vîza serdana Ermenîstanê bikin. TTW dinivîse ku ev gav wê geştîyarîyê zêde bike û rê bide bêtir mêvanan ku bedewîya xwezayî, dîroka dewlemend û çanda zindî ya welêt kifş bikin.
Sîyaseta vîzayê ya nû ya Ermenîstanê: derîyek bo serpêhatîyên nû
Biryara Ermenîstanê ya rakirina demkî ya vîzayê gaveke wêrek e ku armanc dike ku geştîyarên bîyanî bikişîne. Mûafîyetên vîzayê rê didin welatîyên welatan ku salê heta 180 rojan li Ermenîstanê bimînin. Ev stratêjîya nû ya hukumetê armanc dike ku balkêşîya geştîyarî ya welêt zêde bike û mayînên dirêjtir teşwîq bike û ji rêwîyan re bêtir dem bide ku cîhên balkêş yên cîhêreng yên welêt bigerin.
Seroka komîtêya tûrîzmê ya Ermenîstanê Lûsînê Gêvorgyanê gotîye:”Em kêfxweş in ku em pêşwazîya mêvanên navneteweyî yên bêtir li Ermenîstanê dikin. Ev guhertin vexwendineke vekirî ye ji bo rêwîyan ku bên û çand, dîmen û mêvanperwerîya me ya dewlemend bicêribînin. Em li bendê ne ku her tiştê ku Ermenîstan sala 2026 a de raberî we bikin”.
Welatek bi dîrokek dewlemend û ecêbên xwezayî
Erdê asê yê welêt ji bo meşvanan îdêal e: gelek rêyên dirêj ber bi cîhên bêhnfireh yên wek çîyayên Kafkasya Biçûk û Aragasê, civîna herî bilind ya Ermenîstanê ve diçin. Ji bo kesên ku dixwazin xwe di nav ruhanî de bibînin, Ermenîstan gelek keşîşxane raber dike, ku hin ji wan vedigerin sedsala 10 a û di lîsteya mîrata cîhanê ya YÛNÊSKO ê de cîh digirin.
Meş, keşîşxane û cîhên YÛNÊSKO ê: bihuştek ji bo hizkirîyên xwezayê
Ermenîstan ji bo hizkirîyên xwezayê bihuşteke rastîn e, ku gelek rêyên meşê bi dîmenên cîhêreng raber dike.Rêya Transkafkasîyayê ya 800 kîlomêtreyî welêt derbaz dike, rêyeke bêhempa di nav çîyayên kevirî û gelîyan re raberî meşvanan dike. Ji bo kesên ku li tenêtîyê digerin, keşîşxaneyên ermenî, wek Gêxard-ya li ser kevir, hawîrdoreke bêkêmasî ji bo hizirkirin û mêdîtasyonê diefirînin.
Keşîşxaneyên Haxpatê û Sanahînê, ku li bakûrê welêt in, ji alîyê YÛNÊSKO ê ve ji ber girîngîya xwe ya dîrokî hatine nas kirin. Ew berê navendên fêrbûna gîyanî û kopîkirina destnivîsan bûne, lê dîsa jî bala mêvanên ku bi mîrata xiristîyanî ya Ermenîstanê re eleqedar dibin dikişînin. Û keşîşxaneya Xor Vîrapê, ku li nêzîkî sînorê Tirkyayê ye, yek ji cîhên pîroz yên herî rêzdar yên welêt e û dîmenên ecêb yên çîyayê Araratê raber dike.
Xezîneyên çandî li Yêrêvanê û derveyî wê
Her çend xweza û dêr balkêşên sereke bin jî, paytexta welêt, Yêrêvan, bernameyeke çandî ya dewlemend raberî mêvanan dike.Xuyabûna bajêr bi awayekî dînamîk mîmarîya serdema Sovyêtê bi sêwirana modêrn re dike yek. Mêvan dikarin li ser rêyên fireh yên Yêrêvanê bigerin, ji gelek kafê, mûzexane û bazarên kolanan yên rengîn kêfê bistînin.
Li Yêrêvanê Matênadaran, depoyeke bi hezaran destnivîsên kevinar û mûzêya Dîrokê ya Ermenîstanê heye, ku mêvan dikarin li wir mîrateya arxêolojîk û çandî ya berfireh ya welêt bigerin. Ji bo hizkirîyên hunera hemdem, navenda hunerê ya Gafêsçyan berhevokeke cihêreng ji berhemên hunermendên herêmî û navneteweyî raber dike.
Temê Ermenîstanê: xwarin, şerab û mêvanperwerîya rastîn
Ermenîstan bi kevneşopîyên xwe yên çêkirina şerabê jî tê nasîn, bi rezên tirîyan yên li seranserê gelîyên berhemdar yên welêt belav bûne. Serdanvan dikarin serdana şerabxaneyên herêmî bikin û şerabên ku ji cûreyên tirîyên herêmî yên ku bi hezaran salan li vir hatine çandin hatine çêkirin tam bikin.
Cewahira veşartî ya Ermenîstanê: Gumirî û çanda tevlîhev
Her çend Yêrêvan navenda çandî ya Ermenîstanê be jî, Şîrak bi mîmarîya xwe ya dîrokî û niştecîhên xwe yên dostane, atmosfêreke rihettir û balkêştir raber dike.Şîrak, ku bi dîmena xwe ya hunerî ya zindî û xwarinên xwe yên bêhempa tê zanîn, altêrnatîveke mezin ya paytextê ye. Yek ji balkêşîyên sereke yên bajêr nanpêjxane-kafeya “Arêgak” e, yekem kafêya tevlîhev ya Ermenîstanê, ku ji hêla ciwanên astengdar û dayîkên zarokên xwedî hewcedarîyên taybetî ve tê xebitandin.
Mêvanperwerî, dilsozîya xelkê herêmî û mîrateya çandî ya dewlemend Şîrak dike cîhekî ku divê bê zîyaret kirin ji bo kesên ku li gîyanê rastîn yê Ermenîstanê digerin.
Ermenistan cîhanê vedixwîne
Bi rêjîma vîzayê ya hêsankirî, dîmenên ecêb, dîroka dewlemend û çanda zindî, Ermenîstan sala 2026 a û pê ve wek cîhek ku divê bê zîyaret kirin tê hesibandin.Têkilîya keşîşxaneyên kevinar, rêyên meşê yên balkêş û giyanê bajarî yê bêhempa vî welatî dike cîhek pir balkêş ji bo keşfê. Çi meşa li çîyayan be, keşfkirina cîhên mîrata cîhanê ya YÛNÊSKO ê be, yan jî jîyana bajêr li Yêrêvan yan Gumirîyê temaşe bikin: Ermenîstan soza rêwîtîyeke bêhempa dide.







