
Vîdyoyeke sexte li ser X ê 100 000 temaşeyan berhev kirîye, ku tê de tê îdîakirin ku 70 selefê endamên partîya “Peymana sîvîl berîya hilbijartinên parlamênta Ermenîstanê hemwelatîbûna fransî wergirtine.
Factor TV ê zelal kirîye ku hesabê ku vîdyoyê parve kirîye 13 sal in nehatîye nûvekirin û tu têkilîya wî bi Ermenîstanê û Fransîyayê re tune ye. Çalekîyek gumanbar jî ji hêla X ve hatîye tespîtkirin û dema ku hesabê tê şopandin hişyarîyek li ser çalakîya gumanbar xuya dike.
Ev hesab ji bo belavkirina dêzînformasîyonê hatîye dizîn. Ji bilî vê çalakîya carekê, tu nûvekirinên nû li ser hesabê nehatine kirin.
Vîdyoya ku hatîye weşandin wek weşanek ji hêla ajansa medyayî ya fransî Le Point ve tê raber kirin, ku her weha “şîroveyek” li ser mijarê ji hêla zanyarê sîyasî yê alman Matîas Kyûntsêl ve vedibêje.
Lê belê, zanyarê sîyasî li ser Ermenîstanê tu şîroveyek nedaye medyayê û vîdyoyeke wisa li ser malper yan rûpelên Le Point tune ye. Her wiha ne mimkûn bûye ku vîdyo yan agahdarîya tê de hatîye raber kirin di çavkanîyeke din de bê dîtin.







