SerekeSîyasî

Em rêzê li nêzîkatîya cîhêrengkirina Ermenîstanê digirin:Ermenîstana bihêz di heman demê de dibe alîkar ku armancên neteweyî yên Îranê bên mîsogerkirin:balyoz

Sîyaseta Ermenîstanêye der di pêvajoya cîhêrengkirinê de ye, Ermenîstanê stratêjîyeke cîhêrengkirina sîyaseta der pejirandîye, ku ev biryara serwêr ya welêt e û Tehrana fermî rêzê li vê biryarê digire.Derheqa wê yekêda 2 ê adarê, di civîna çapemenîyê de balyozê  Komara Îranêye Îslamîye li Ermenîstanê Xelîl Şîrgolamî ragîhandîye.

Sefîr her wiha tekez kirîye ku hevkarîya kûr ya Ermenîstan-Îranê ya heyî û têkilîyên sedsalan Ermenîstanê mecbûr dike ku hevkarîya xwe ya bi Îranê re di warên cûre-cûr de bidomîne, bêyî ku sîyaseta der ya ku Ermenîstan dişopîne çi be.

“Em piştrast in ku heyîna Ermenîstaneke bihêz li vê herêmê, hem ji hêla leşkerî, aborî û hem jî ji hêla nasnameyê ve, dibe alîkar ku xewin, xwestek û armancên neteweyî yên Îranê bên mîsogerkirin”.

Derbarê têkilîyên aborî yên di navbera herdu welatan de, ez dikarim bêjim ku niha her tişt bi rêkûpêk pêşve diçe, hîn tu pirsgirêk li cem me çênebûye.Li Kapanê, konsûlê Îranê ku li ser sînor bûye, ji me re piştrast kirîye ku tevgera kamyonan û her weha kelûpelan, bi awayekî normal pêk tê.Hevaltîyên îranî di gelek projeyên girîng yên binesazîyê de li Ermenîstanê jî beşdar in û em hêvî dikin ku di encama vî şerî de, çarçoveyên hevkarîyê yên ku me bi Ermenîstanê re hene wê tu zirarê nebînin”,- balyoz tekez kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button