H’emû nûçeSereke

Îro gelek kes nîgeran in ku li cîhanê bêaramîyek heye, lê li dora Ermenîstanê û  hundirê wê de aramîyeke gumanbar heye:Paşînyan

Îro, gelek kes nîgeran in ku cîhan  tengasîyê de ye, lê li dora Ermenîstanê û Ermenîstan gihîştîye astekê ku dikare xwe ji bahoz, teyrok û gelek karesatên jêopolîtîk biparêze.

Li gorî ragîhandina  “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan  çalekîya ku ji bo roja Dîplomatan hatibû lidarxistin, gotîye.

 “Pir girîng e ku em û her weha xizmeta dîplomatîk, destkeftîyên ku me di encama xebata xwe ya salan de bi dest xistine, di nav de xebata we jî, biparêzin. Pir girîng e ku em qîmetê bidin aşîtîya ku heye.Pir girîng e ku em qîmetê bidin rakirina dorpêça ku li dora Ermenîstanê heye”.

Ewî tekez kirîye ku pêşveçûna aborî ya Ermenîstanê  ya ku dihat texmînkirin zêdetir e, di nav de bi saya çalakîyên dîplomatîk. Serokwezîr girîngîya parastina van destkeftîyan tekez kirîye.

“Ez difikirim ku em bi rastî gihîştine xalekê ku em dikarin xwe ji bahoz, teyrok û gelek karesatên jêopolîtîk biparêzin. Lê divê em vê yekê wek tiştekî asayî nebînin. Ev encama xebatê ye, ev encama xebateke domdar û hişmend e”,- Paşînyan destnîşan kirîye.

“Îro, gelek kes ji nearamîya li cîhanê, aramîya gumanbar ya li dora Ermenîstanê û li Ermenîstanê nîgeran in. Ez jî nîgeranîyan fem dikim, ji ber ku ev rewşeke neasayî ye. Ji bo me rewşeke asayî nîne, ew dikare bibe sedema nîgeranîyên obyêktîv jî. Tiştê ku em dibînin bi rastîyê re têkildar e, lê ji alîyekî din ve, divê em fêm bikin ku ew ne garantî ye.Û berdewamîya wê xebata rojane hewce dike û berî her tiştî, ji xizmeta me ya dîplomatîk û dîplomatan”.

Ew piştrast e ku xizmeta dîplomatîk ya Ermenîstanê xwedî şîyan e ku destkeftîyên xwe û yên Komara Ermenîstanê xwedî bike, biparêze û pêş bixe. Paşînyan piştrast e ku heger  tu destkeftî pêş nekeve, ber bi tiştekî mezintir û girîngtir ve neçe, bê guman girîngîya xwe ya heyî winda dike.

“Û ez piştrast im ku em ê bi vê mentîqê, bi hişmendîya ku di cîhaneke guherbar de, divê em bi xwe çarçove û sînorên asoyên xwe biguhêrînin, divê em bikaribin ji pêrspêktîveke bilindtir li cîhanê binêrin, divê em bikaribin bilind bibin û rêya bilindbûnê perwerdehî ye, perwerdehîya berdewam. Divê tu kes ji me nefikire ku em ji xwe her tiştî dizanin”,- serokwezîr dawî li axaftina xwe anîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button