SerekeSîyasî

Li Îranê valahîyeke desthilatdarîyê çênebûye, rêberê ruhanî yê nû yê Îranê wê di demek nêzîk de bê destnîşankirin: balyoz Şîrgolamî

Encama vê êrîşa bêexlaq ya amêrîkî û rêjîma sîyonîst de, rêberê ruhanî yê bilind yê Komara Îranêye Îslamî, ku tevahîya jîyana xwe li ser rêya berxwedan û têkoşînê li dijî zaliman derbaz kiribû, hate kuştin.Derheqa wê yekêda  2 ê adarê, li civîna çapemenîyê de balyozê  Komara Îranêye Îslamîye  li Ermenîstanê Xelîl Şîrgolamî ragîhandîye.

“Ev di demekê de qewimî ku rêberê bilind yê Îranê mîna her welatîyekî din yê Îranê bi karûbarên xwe yên rojane mijûl bû. Ev di demekê de qewimî ku rêberê bilind yê Îranê berdewam xizmeta welat û armancên bilind yên gelê Îranê dikir”.

Rêberê ruhanî yê Îranê helwesteke pir erênî li hember gelê ermenî, Komara Ermenîstanê û her weha civaka ermenî ya li Îranê dijî hebû.Gelek gotinên wî yên navdar ji bo parastina yekparçeya axa Ermenîstanê û serwêrîya Ermenîstanê mane. Em dikarin bêjin ku Ermenîstan û gelê ermenî ji vê helwesta piştgir ya rêberê ruhanî yê Îranê kêfxweş bûn. Lê belê, şehîdbûna wî ji bo gelê Îranê xwedî îradeya berdewamkirina xebatê bi ruhekî hîn şîrîntir û têkoşîna li ser rêya xwestek û armancên gelê Îranê ye.

“Raman û xeyalên rastîn bi mirina kesan nayên ji holê rakirin, ew bi mirina mirovan namirin. Ev ramanek e ku ne rêjîma sîyonîst û ne jî rêjîma Tramp nikarin fêm bikin”,- balyoz ragîhandîye.

Ewî ragîhandîye ku li Îranê valahîyeke desthilatdarîyê çênebûye û encûmena parêzvanên Komara Îslamî ya Îranê di vê serdema veguhêz de welêt birêve dibe û di demek nêzîk de ew ê şahîdîya raberkirina rêberê ruhanî yê Îslamî yê nû  ji hêla encûmena parêzvanan ve bikin.

Ewî gotîye: “Ji deqeyên pêşîn ve dema ku gelê Îranê ji şehadeta rêberê xwe yê ruhanî agahdar bû, ew daketin kolanan û merasîma şînê dest pê kirin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button