Alên Sîmonyan piştrast e ku hin welat hene ku bi pêrspêktîva kirîna mafê birêvebirina rîya Ermenîstanêye hesin re eleqedar in

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan li ser îhtîmala kirîna mafê birêvebirina rîya Ermenîstanêye hesin ji Rûsyayê ji alîyê welatên din ve axivîye.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, Sîmonyan hevpeyvîna bi rojnamevanan re li parlamêntê behsa mijara birêvebirina rîya hesin ya Ermenîstanê kirîye.
“Em vê mijarê berî her tiştî bi alîyê Rûsyayê re niqaş dikin. Û em li bendê ne ku dema nêzîkda bersivek bê dayîn. Ez piştrast im ku welat hene ku eleqedar in û dixwazin mafê rêvebirina rîya Ermenîstanêye hesin ji Rûsyayê bikirin. Ez bi xwe bi balyozên welatên cuda re dicivim, bê guman eleqe û axaftin li ser vê yekê heye.Ev meseleke dine ku di dawîyê de biryar wê çi be”,- serokê parlamêntê gotîye.
Li gorî Sîmonyan, ji bo wergirtina rêveberîya rîya Ermenîstanêye hesin ji Rûsyayê tu biryarek tune ye, danûstandin berdewam dibin.
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan behsa îhtîmala kirîna rêveberîya rîya Ermenîstanêye hesin ji welatekî sêyemîn kirîye. Li gorî wî, Ermenîstanê ne xwesteke û ne jî nîyeta wê heye ku li dijî Rûsyayê tiştekî bike. “Lê niha, ji ber rêveberîya rîya hesin ji alîyê Rûsyayê ve, em pozîsyon û avantaja xwe ya pêşbazîyê winda dikin. Çareserîya ku ez xeyal dikim ev e ku welatekî ku bi Rûsyayê û Ermenîstanê re têkilîyên dostane hene, tenê mafên rêveberîya îmtîyazê ji Rûsyayê bikire”,-serokwezîr gotîye.







