SerekeSîyasî

Axios:Tramp bi rêberên kurdên Îraqê re peywendîyeke têlefonî ya  “dizî” kirîye

Sê çavkanîyên agahdar ji Axios re elam kirine ku serokê Amêrîkayê Donald Tramp bi rêberên kurdên Îraqê re li ser şerê Amêrîkayê-Îsrayêlê yê li dijî Îranê û kiryarên muhtemel yên pêşerojê axivîne.

Kurdan bi hezaran leşker li ser sînorê Îran-Îraqê bicîh kirine û deverên stratêjîk kontrol dikin ku dikarin di şerekî de girîng bin. Kurdên Îraqê her wiha têkilîyên nêzîk bi kêmanîya kurd ya Îranê re hene.

Li gorî du çavkanîyan,Tramp rojek piştî destpêkirina bombebaranên roja şemîyê bi rêberên du komên sereke yên kurd yên Îraqê, Mesûd Barzanî û Bafêl Talabanî re axivîye.

Çavkanîyek ku bi têlefonan agahdar e, wana wek “dizî” bi nav kirîye û red kirîye ku hûrgilîyan bide.

Li gorî çavkanîyeke din, ev bang encama çend mehan ji lobîya li pişt perdê ya serokwezîrê Îsrayêlê Bênyamîn Natanyahû bûn. Îsrayêl bi dehan salan têkilîyên ewlehî, leşkerî û îstîxbaratî yên nêzîk bi kurdên li Sûryayê, Îraqê û Îranê re didomîne.Yek ji rayedaran gotîye:”Natanyahû bawer dike ku kurd wê di demeke nêzîk de ji sîya derkevin û serhildanan bikin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button