H’emû nûçeSereke

Divê ev pirsgirêka girîng ya mirovî  bê çareserkirin:Anîta Hîpêr li ser dîlên ermenî yên li Adirbêcanê girtî

Berdevka sereke ya Yekîtîya Avropayê ji bo karûbarên der û ewlehîyê Anîta Hîpêr, li ser mijara girtîyên ermenî yên li Adirbêcanê axivîye, helwesta Yekîtîya Avropayê ya ku divê ev pirsgirêka girîng ya mirovî bê çareserkirin ji nû ve piştrast kirîye.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda Anîta Hîpêrê  dema brifînga asayî de, bersiva pirseke ji Civilnet ê daye.

Rojnamevan pirsîye gelo mijara girtîyên ermenî yên li Adirbêcanê rojeva Yekîtîya Avropayê de ye û ev mijar di têkilîyên bi Adirbêcanê re heta çi radeyê tê rojevê?

Anîta Hîpêrê bersiv daye û gotîye:”Wek xaleke giştî, em di pêvajoya aşîtîyê de piştgirîyê didin Ermenîstanê û Adirbêcanê. Me piştgirîya xwe nîşan daye û çend salan bi alî û hevkarên navneteweyî re xebitîye da ku şert û mercên ji bo aşîtîyeke mayînde biefirînin û di mijara girtîyan de, me eşkere kirîye ku divê ev mijarên girîng yên mirovî bên çareserkirin, di nav de çarenûsa windayan û mijara ermenîyên ku li Adirbêcanê girtî ne”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button