H’emû nûçeSereke

Raporta “Di xalek werçerxê de: azadîya çapemenîyê 2025” dibêje, azadîya çapemenîyê li Avropayê di bin zexteke berdewam de ye

Li gorî raporta salane ya rêxistinên hevkar yên platforma parastina rojnamegerîyê û pêşxistina ewlehîya rojnamevanan ya konsêya Avropayê, azadîya çapemenîyê li Avropayê sala 2025 a de di bin zexteke domdar de ma, ji ber gefên qanûnî, êrîşên fîzîkî û çavtirsandinê, hewldanên “desteserkirina” dezgehên mêdyayê û zulma navneteweyî.

Rewş heta radeyekê bi saya destpêşxerîyên ku li hejmareke welatan û li ser asta avropî hatine bicîhkirin, sivik bûye.

Raport bi sernavê “Di xala werçerxê de: azadîya çapemenîyê 2025” destnîşan dike ku şerê Rûsyayê-Ûkraînayê hîn jî gefa herî cidî li ser rojnamevanan e: çar rojnamevan hatine kuştin, gelek ji wan li herêmên ku hîn jî di bin kontrola Rûsyayê de ne û hin ji wan winda ne.

Li çaryeka welatên ku di raportê de cîh girtine, rojnamevan di dema xwepêşandanan de gelek caran ji alîyê polîs, aktorên sîyasî û xwepêşanderan ve rastî êrîşa fîzîkî hatine. Rêjeyên herî bilind yên tundûtûjîyê li Gurcistanê, Sêrbyayê û Tirkyayê hatine tomar kirin.

Raportê de hatîye destnîşankirin ku bûyerên ku azadîya medyayê tehdît dikin sala 2025 a de li gorî sala 2024 a ji 29 selefî zêde bûne.

Nivîskar her wiha ji ber bikaranîna sîstêmatîk ya girtinê wekî amûrek ji bo kontrola medyayê nîgeran in. Ji 31 ê kanûna pêşin ya sala 2025 a vir ve, 148 rojnamevan li Avropayê hatine girtin, ji wan 36 li Adirbêcanê, 32 li Rûsyayê, 27 li Bêlarûsê, 26 li herêmên di bin kontrola Rûsyayê de, 24 li Tirkyayê, 2 li Ermenîstanê û 1 li Gurcistanê.

Li gorî raportê, heta dawîya sala 2025 a, platformê cara yekem dozek girtina rojnamevanan li Ermentstanê tomar kiribû: navên podkastêrên Narêk Samsonyan û Vazgên Saxatêlyan, ku bi tohmeta holiganîzmê di girtîgehê de bûn, hatine behs kirin.

Raport bang li konsêyaAvropayê, komîsîyona Avropayê û 46 welatên endam yên konsêya Avropayê dike ku bicîhanîna pîvanên azadîya çapemenîyê mîsoger bikin. Ew pêşnîyar dikin ku ewlehîya rojnamevanan bê xurtkirin, serxwebûna weşanên giştî bê parastin û parastina rojnamevanên jin bê zêdekirin.

Platforma konsêya Avropayê ji bo parastina rojnamegerîyê û pêşxistina elehîya rojnamevanan di sala 2015 a de ji alîyê konsêya Avropayê ve, bi hevkarîya rêxistinên nehukumî yên navneteweyî yên navdar û rêxistinên rojnamegerîyê yên ku di warê azadîya derbirînê de dixebitin, hatîye damezrandin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button