Wezîrên Ermenîstanê û Omanêye karên der tekez kirine ku pêwîst e rewşa Rojhilata Navîn bi rêyên aştîyê bê çareserkirin

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan bi wezîrê Sultananîya Omanêye karên der Bedir bîn Hemed bîn Hemed El-Bûsaîdî re bi rêya têlefonê axivîye. Hevpeyvînvanan rewşa Rojhilata Navîn niqaş kirine.
Girîngîya bidestxistina çareserîyek bi rêbazên aştîyane û pêşanîya dîplomasîyê hatîye tekez kirin di vê çarçoveyê de hewldanên ku ji hêla Omanê ve hatine kirin pir hatine nirxandin.
Wezîr Mîrzoyan spasîya xwe ji bo hêsankirina prosêdûrên pêwîst ji bo vegera welatîyên Ermenîstanê ji Omanê û Yekîtîya Mîrtîyên Ereba bo Ermenîstanê anîye ziman û amadebûna Ermenîstanê jî dîyar kirîye ku heger hewce bike, veguhestina welatîyên omanî de alîkarîyê bike.
Wezîrên Ermenîstanê û Omanêye karên der her wiha li ser xebatên berfirehkirina rojeva dualî jî axivîne û girîngîya biryara hukumeta Ermenîstanê ya vekirina balyozxana niştecî ya Ermenîstanê li Maskatê ji bo pêkanîna potênsîyala heyî bi awayê çêtirîn destnîşan kirine.







