SerekeSîyasî

CNN: Amêrîka dixwaze kurdên Îraqê ji bo serhildanên li Îranê çekdar bike

Çend çavkanîyên ku bi mijarê agahdar in ji CNN ê re gotine ku ajansa îstixbarata navendî ya Amêrîkayê  dixebite ku hêzên kurdî li Îraqê çekdar bike da ku serhildanekê li Îranê derxin.

Li gorî çavkanîyan, rêveberîya Tramp bi awayekî çalak bi komên muxalefeta Îranê û serokên kurdên Îraqê re ji bo piştgirîya leşkerî danûstandinan dike.

Grûpên çekdar yên kurdên  Îranê ji hezaran çekdaran pêk tên û li ser sînorê Îran-Îraqê, bi taybetî li Kurdistana Îraqê, tevdigerin. Ji destpêka şer ve, çend koman daxuyanî weşandine û îşaret bi çalakîyeke bilez kirine û daxwaza vekişîna hêzên Îranî kirine. Şoreşa Îslamî ya Îranê  ragîhandîye ku ew li dijî komên kurd êrîşan pêk tîne.

Li gorî rayedarekî payebilind yê kurd yê Îranê, serok Donald Tramp roja sêşemê bi serokê Partîya Dêmokrat ya Kurdistana Îranê Mistefa Hîcrî re jî axivîye.

Çavkanîyê her wiha gotîye ku ev çete piştgirîyek ji Amêrîkayê û Îsrayêlê werdigirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button