SerekeSîyasî

Moskva pêşnîyar dike ku komeke xebatê ya mîna “Hêza bersiva bilez ya hîbrîd” ya Yekîtîya Avropayê bişîne Ermenîstanê

Berdevka wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîa Zaxarovayê brifînga heftane de bersiva şandina “Tîma berteka bilez ya hîbrîd” ya Yekîtîya Avropayê bo Ermenîstanê ber bi hilbijartinan daye. Li gorî wê, şandina tîmeke berteka bilez bo Ermenstanê ssênareke eşkere ya Moldovayê ye.

Zaxarovayê gotîye: “Ezmûna welatên din nîşan dide ku beşdarbûna pisporên Yekîtîya Avropayê di qonaxa berî hilbijartinê de ne mimkûn e ku serwêrîya Ermenîstanê qewîn bike.Berevajî vê, me bê guman şîroveyên wezîreta Ermenîstanêye dadê  jî tomar kirine ku xebata pisporên ji Yekîtîya Avropayê hatine vexwendin wê li dijî Rûsyayê nebe. Bi berçevgirtina vê yekê, heger ji alîyê Ermenîstanê ve bên vexwendin, em amade ne ku komek bi erkên weha bişînin welêt”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button