H’emû nûçeSereke

Sazîyên dewletê li Ermenîstanê dixebitin: serokwezîr li ser fona xwarina pêraşkî di dema şerê li Îranê de

Ermenîstan welatekî sazîyî ye û sazîyên dewletê bêyî ku serokwezîr li ku be û çi bike, dixebitin.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan  di dema rûniştina pirs û bersivan  ya hukumetê de, bi îşayret bi pirsa Agnês Xamoyanê, endama fraksîya “Ermenîstan” de, hatîye piştrastkirin.

Agnês Xamoyanê ji raporta sêrvîsa îstîxbarata der ya Ermenîstanê ya sala 2026 a, ku behsa Îranê dike, îzbat kirîye. Ewê serokwezîr tawanbar kirîye ku di roja yekem ya şerê Îranê-Amêrîkayê-Îsrayêlê de, di wan şert û mercan de, di rê de ber bi serdana herêmê ve “pêraşkî” xwarîye.

Bersivê de, serokwezîr tekez kirîye ku li Ermenîstanê sazî hene ku bêyî  serokwezîr li ku be yan çi bike, dixebitin. “Serokwezîr û hukumetê lênêrîna van sazîyan kirine. Wekî din, tiştê ku li Îranê diqewime ji bo we nûçe ye, ji bo sazîyên dewletê yên Ermenîstanê ne nûçe ye. Ev rewş bi salan e pêş dikeve. Heger derfeta min hebûya, we wê bi dehan raportên din yên weha bidîtana ku hatine û bi prosêdûrên guncaw ji maseya serokwezîr derbaz bûne. Bê guman, em ji ber bûyerên ku li Komara  Îranêye Îslamî û derdora wê diqewimin pir xemgîn in, me ew anîye ziman, em wê tînin ziman”,- Paşînyan gotîye.

Ewî bi bîr xistîye ku konsêya ewlehîya Ermenîstanê rojek berî û rojek piştî bûyerên li Îranê diqewimin civînek li dar xistîye. Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê di heman hefteyê de serdana Îranê kirîye. Sêrvîsa îstîxbarata der raportek weşandîye. Ji demeke dirêj ve di bin konsêya ewlehîyê de komeke xebatê ya navdaîreyî dixebite, ku rojane dixebite.

Serokwezîr bersiva parlamêtvanê daye û gotîye:”Dema ku hûn ji min re dibêjin ku em “pêraşkî” dixwin, xuya nake ku hûn di greva birçîbûnê de nin… Û bi gelemperî, ez tu sedemekê nabînim ku piranîya desthilatdar ya Komara Ermenîstanê red bike ku bi welatîyên xwe re têkilî dayne”.

Ewî her wiha gotîye ku ji bo parlamêntvan xeberên wî yên xirab hene: “Dema ku me “pêraşkî” dixwar û ew vîdyo li ser întêrnêtê, di nav de li seranserê cîhanê jî hatîye parvekirin, hejmareke hevkarên rêzdar yên li Rojhilata Navîn biryar dane ku biçin xwaringehên giştî bixwin da ku nîşan bidin ku welatîyên wan ne hewce ne ku xem bikin û rewş di bin kontrolê de ye.Heger we ferq nekiribe, ew hîn xirabtir e”.

Ewî tekez kirîye ku Ermenîstan welatekî sazîyî ye, sêrvîsa îstîxbarata bîyanî karê xwe dike û yên mayî jî ji hêla sazîyên dewletê ve têne kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button