Serokwezîrê Ermenîstanê li Yekîtîya Mîrtîyên Ereba li welatekî din xwedîyê milkên neguhêzbar nîne:Nazêlî Baxdasaryanê naveroka vîdyoyên ku li ser X ê hatine belavkirin, red kirîye

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li Yekîtîya Mîrtîyên Ereba yan jî li tu welatekî din xwedîyê milkên neguhêzbar nîne. Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, sêkrêtara çapemenîyê ya serokwezîrê Ermenîstanê Nazêlî Baxdasaryanê li ser rûpela xwe ya Facebook ê derbarê vê yekê de nivîsîye, bi îşaret bi vîdyoyên ku li ser platforma civakî ya X ê belav bûne, ku li gorî wan milkên serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di encama êrîşa mûşekî li Dûbayê, zirar dîtine.
“Çend rojên borî de, bikarhênerên gumanbar vîdyoya li ser platforma X ê parve dikin, behsa «Al Jazeera» ê û «Euronews» ê dikin û îdîa dikin ku milkê serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan encama êrîşa mûşekî ya li Dûbayê, Yekîtîya Mîrtîyên Ereba zirar dîtîye.
Ez dîyar dikim ku serokwezîr Nîkol Paşînyan li Yekîtîya Mîrtîyên Ereba yan jî li welatekî din xwedîyê milkê nîne.
Hemû hejmar, “nirx” yên ku di vîdyoya de belav dibin û her weha şîroveyên ku li ser navê min, berdevka serokwezîr, têne kirin bi tevahî çêkirî ne û li gorî rastîyê nînin.
Vê serdema berî hilbijartinê de, em bi mêxanîzmeke klasîk ya FIMI re mijûl dibin, ku tê de çend amûrên tîpîk têne bikar anîn: îstîxkirina derewîn ya dezgehên medyayê yên navneteweyî yên bi nav û deng («Al Jazeera», «Euronews») da ku matêryalê bi awayekî xelet bawer bike.
Sêkrêtara çapemenîyê ya serokwezîrê Komara Ermenîstanê nivîsîye: “Van rojan, me aktîvasyoneke sîstêmatîk bi dubarekirina girseyî ya heman nivîsîye, heman formûlasîyonan û şîroveyên hevdem tomar kirîye, ku destwerdana agahdarîyê ya hevrêz nîşan dide”.







