H’emû nûçeSereke

Ararat Mîrzoyan bi wezîrê  Adirbêcanêyî karên der re bi rêya telefonê axivîye:li ser pêşketinên dawî yên li herêmê, wana nêrînên xwe parve kirine

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan bi wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov re bi telefonê axivîye.Derheqa wê yekdêa wezîreta karên der ragîhandîye.

Axaftinê de, wezîran li ser pêşketinên dawî yên li herêmê nêrînên xwe parve kirine.Alîyan nîgeranîya xwe anîne ziman û girîngîya dûrketina ji kiryarên ku armanc dikin ku bêtir rageşîyê zêde bikin destnîşan kirine û tekezî li ser pêwîstîya misogerkirina îstîqirar û ewlehîyê kirine.

Wezîran bi kêfxweşî girîngîya aşîtîya domdar ya di navbera Ermenîstane û Adirbecanê de destnîşan kirine û li ser mijarên berjewendîya hevbeş nêrînên xwe parve kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button