Ermenîstanê qet armanc nekirîye ku têkilîyên xwe bi Rûsyayê re xirab bike, nêzîkatîya me ew e ku em bi tevahî li gorî berjewendîyên dewletê yên Komara Ermenîstanê tevbigerin:Paşînyan

Ermenîstanê tu cara karekî xirabkirina têkilîyên bi Rûsyayê re yan jî zirara dayîna berjewendîyên Rûsyayê neday û wê tu carî jî nede.Nêzîkatîya Ermenîstanê her tim ew bûye ku bi tenê li gorî berjewendîyên dewletê yên Komara Ermenîstanê bê rêvebirin.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di civîna rojnamevanan de ragîhandîye, li ser pirsa ka Ermenîstan wê çawa tevlî Yekîtîya Avropayê bibe heger mijara rakirina baregeha leşkerî ya Rûsyayê di rojevê de nebe, axivîye. Rojnamevan tekez kirîye ku Nîkol Paşînyan gelek cara dîyar kirîye ku Ermenîstan ber bi Rojava ve diçe.
“Qet nayê bîra min ku min gotibe em ber bi rojavayê ve diçin. Bi gelemperî, ez dibêjim em cîkîda naçin…”
Serokwezîr tekez kirîye ku “Belê, Ermenîstanê qanûnek li ser destpêkirina pêvajoya tevlêbûna Ermenîstanê bo Yekîtîya Avropayê pejirandîye û min jî di derbarê vê mijarê de di derbarê Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî de nêrîna xwe anîye ziman: em bi xêra Xwedê yan mixabin, hin negihîştine wê astê ku baregeha leşkerî ya Rûsyayê qada dîtina me asteng dike. Dema ku em bibînin ku baregeha leşkerî ya Rûsyayê qada dîtina me asteng dike, wê hingê em ê bifikirin ka em çawa tevbigerin da ku pirsgirêka qada dîtinê çênebe”.







