Me demeke dirêj tedbîrên pêwîst girtine: serokwezîr li ser bersiva pirsgirêkên ji pêşketinên li dora Îranê derdikevin

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li ser rageşîyên li dora Îranê û li Rojhilata Navîn û gavên hukumetê ji bo bersivdayîna li himber xetere û dijwarîyên potênsîyal ji bo Ermenîstanê di wê çarçoveyê de axivîye.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, civîna rojnamevanan de piştî civîna hukumetê, Nîkol Paşînyan bi îşaret bi rexneyên ku “li herêmê şer heye û rayedarên Ermenîstane xwarina pêraşkîyava mijûlin” elam kirîye,ku hê salek sal nîvek berê, dema ku îhtîmala aloztirbûna rewşa li dora Îranê û li Rojhilata Navîn dinirxandin, di bin koordînasyona konsêya ewlehîyê ya Ermenîstanê de komeke xebatê hatîye avakirin.
“Bê guman, em pir xemgîn in û tiştê ku li Îranê û bi giştî li herêmê diqewime ji bo me pir êşdar e, lê divê em tomar bikin ku mixabin ev rewş ne nû ye. Bi gotineke din, divê ew kesên ku bi giştî nûçeyên navneteweyî dişopînin, herî kêm tirsa wan hebûya ku rewşeke wisa çêbibe. Min berê jî gotibû ku komeke xebatê ya me heye ku li ser vê rewşê dixebite. Kesî nepirsî ka ev koma xebatê, ku di bin koordînasyona konseya ewlekarîyê de dixebite, kengê hatîye damezrandin. Ev koma xebatê nêzîkî salekê sal nîvek berê hatîye damezrandin. Û ev koma xebatê carina rojane, carina demjimêrî, carina mehane xebitîye. Hûn dikarin xeyal bikin, komeke xebatê bi biryara serokwezîr salekê yan jî, sal nîvek berê hatîye efirandin. Dema ku ez vê dibêjim, ez pêraşkî dixwim, ez henekê nakim, ji ber ku me tedbîrên ku divê demek dirêj berê bi vê rewşê ve girêdayî bibûna girtine”.
Serokwezîr bi bîr xistîye ku 6 meh berê li dora Îranê bûyerên leşkerî hebûn û piştî wê ne dîyar bû ku tiştekî wiha careke din çênabe. “Bi gotineke din, sazîyên me bi berdewamî li ser vê mijarê dixebitin û pir baş e ku serokwezîr neçar nîne ku wê sibehê biryarên bilez bide, lê biryarên ku ji rewşa dîyarkirî derdikevin, salekê yan sal nîvek berê di warê sazûmanî de hatine dayîn.
Paşînyan dîyar kirîye:”Ez vê yekê dibêjim da ku ew hest neyê efirandin ku hukumeta Ermenîstanê bêxem e. Na, dema ku yên din bêxem bûn, hukumeta Ermenîstanê çalakîyên xwe organîze dikir û biryar dida”.







