H’emû nûçeSereke
250 hezar dram tezmînat ji bo welatîyên ku ji ber seferên firînê zirar dîtine

Ararat Mîrzoyan li ser tora civakî nivîsîye ku wezîreta Ermenîstanêye karên der bi destpêşxerîyekê hatîye, ku li gorî wî hukumeta Ermenîstanê wê ji bo welatîyên ku ji ber opêrasîyonên leşkerî yên li Rojhilata Navîn firînên wan yên veger/tranzît bo Ermenîstanê hatine betalkirin û bilêtên nû ji bo vegera bo Ermenîstanê kirîne, ji her kesî heta 250 hezar dram tezmînat bide.
“Di rewşa ku welatîyek bilêteke nû ya bi nirxek kêmtir bikire, wê bi qasî mîqdara ku hatîye dayîn tazmînat bê dayîn”.
Wezîrê karên der destnîşan kirîye ku “Mêxanîzma dayîna tezmînatê û hûrgilîyên zêdetir wê rojên pêş de bên destnîşankirin”.







