H’emû nûçeSereke

“Cêrbandina” hilweşandina sîstêma dewletên Îraqê, Lîbyayê û Sûryayê di rewşa Îranê de kar nake:îranzan

Çarçoveya şerê li dijî Îranê, niha hema bala her kesî li ser opêrasîyonên leşkerî ye.Derheqa wê yekêda îranzan Vardan Voskanyan li ser rûpela xwe ya medyaya civakî nivîsîye.

Ewî, bi taybetî, destnîşan kirîye: “Kêm kes bala xwe didinê ka avahîyên sîvîl yên pergala dewleta Îranê çiqas bi rêkûpêk û bi aheng dixebitin, heta piştî kuştina kesê yekem û di şert û mercên şer yên dijwar de”.

Ez difikirim ku ev yek ji bo kesên ku êrîşî Îranê dikirin jî syûrprîz bûye, ji ber ku “cêribandina” berê ya hilweşandina sîstêmên dewletê yên Îraqê, Lîbyayê û Sûryayê di doza Îranê de nexebitîye.

Bi awayekî mecazî, cudahîya di navbera Îranê û bila bêjin, Îraqa Sedam de ne tenê di yek tîpê de ye, lê di kevneşopîya dîrokî ya kûr ya dewletbûnê de jî ye, ku ne tenê desthilatdarîya pir xurt ya kesekî û ne tiştekî din, lê di heman demê de hebûna avahîyên dewletê yên bihêz di bin wê desthilatdarîyê de jî nîşan dide, ku rêveberîya rast ya dewletê di şert û mercên krîzên giran de jî pêk tînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button