Li Ermenîstanê, di nav sîyasetmedaran de welatîyên ku li Ermenîstanê lêkolîn kirine herî zêde bawerîya xwe bi Nîkol Paşînyan tînin

Li Ermenîstanê bi înîsîyatîva navenda lêkolînên ankêtan ya înstîtûta komarparêz ya navneteweyî anketek raya giştî hatîye kirin.Heger hilbijartinên parlêmêtîyê hevtêya bê bê lidarxistin, 29 selefê beşdaran wê dengê xwe bidin partîya “Peymana sîvîl”.
Agahdarî bi rêya ankêtêke têlefonê di navbera 3-13 ê sibata sala 2026 a de hatine berhevkirin.
Her wiha ji welatîyan hatîye pirsîn ku ew herî zêde bawerîya xwe bi kîjan sîyasetmedara tînin û kîye yê duyemîn.Li gorî encamên ankêtê, Nîkol Paşînyan dîsa bi rêjeya 20 selef ji dengan di rêza yekem de ye, ku ji 18 selefî gotine ku ew here zêde bawerîya xwe bi Nîkol Paşînyan tîni û ji 2 selef ew duyemîn kesê herî pêbawer e. Samvêl Karapêtyan bi 10 selef di rêza duyem de ye, 6 selefî gotine ku ew herî zêde bawerîya xwe bi Samvêl Karapetyan tînin û 4 selef ew duyemîn kesê herî pêbawer e. Li gorî encamên ankêtê, Robêrt Koçaryan 5 selef ji dengan di rêza sêyem de ye, 3 selef ji Koçaryan herî zêde bawerîya xwe pê tînin û 2 selef ew duyemîn kesê herî pêbawer e. Di rêza çarem de Gagîk Sarûkyan bi 4 selef ji dengan e, 3 selef ji Sarûkyan herî zêde bawerîya xwe pê tînin û 2 selef ew duyemîn kesê herî pêbawer e.Rêza pêncem de 4 selef ji dengan wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan e, 2 selef ji beşdaran ew herî pêbawer e û 3 selef ew duyemîn kesê herî pêbawer e. Piştre Aram Sargsyan, paşê Alên Sîmonyan, Arman Tatoyan, Gûrgên Sîmonyan.







