H’emû nûçeSereke

Makron piştgirîya xwe ji bo pêvajoya aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de dubare kirîye

Serokkomarê Fransîyayê Êmanûêl Makron piştgirîya xwe ji bo pêvajoya aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de ji nû ve ragîhandîye.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda  serokkomarê Fransîyayê li ser mîkrobloga xwe  ya X ê  nivîsîye û hûrgilîyên axaftina xwe ya bi têlefonê bi serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv re parve kirîye.

“Çarçoveya şêwirmendîyên min yên bi serokên herêmî re, min bi serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv re sohbetek kirîye û min piştgirî û hevgirtina xwe ya piştî êrîşên Îranê yên li ser welatê wî jê re dîyar kirîye”.

Ez ji Adirbêcanê re jî ji bo alîkarîya wê ya ji bo tehlîyekirina welatîyên me spasdar im.

Makron nivîsîye: “Min ev derfet bi kar anîye da ku piştgirîya me ji bo pêvajoya aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de û xwesteka me ya berdewamîya dîyaloga dualî bi Bekûyê re li ser bingehek xurttir ji nû ve piştrast bikim”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button