Şanda hêzên Ermenîstanêye çekdar di çarçoveya bernameya veguherîna artêşê de serdana Brîtanya Mezin kirîye

Balyozxana brîtanîye li Ermenîstanê radigîhandîye ku şanda pilebilind ya hêzên Ermenîstanêye çekdar, bi serokatîya cîgirê serfermandarê giştî, gênêral-mayor Artûr Yêroyan, di çarçoveya pêvajoya veguherîna artêşa Ermenîstanê de serdana Padişatîya Yekbûyî kirîye.
Şandeyê serdana akadêmîya parastinê ya Padişatîya Yekbûyî, akadêmîya leşkerî ya padişatîya Sandhêrstê û kolêca xwendinên parastinê kirîye û li ser ezmûna perwerdehîya pîşeyî ya leşkerî, pêşxistina serokatîya stratêjîk, perwerdehîya efseran û rêforma parastinê agahî wergirtine.
Şande her wiha li wezîreta parastinê ya Padişatîya Yekbûyî jî hevdîtin pêk anîne û li ser derfetên hevkarîya pêşerojê di warên perwerdehîya leşkerî, tetbîqatên hevbeş û têknolojîyên parastinê de niqaş kirine.
Yek ji kêlîyên girîng yên serdanê ji bo alîyê ermenî hevdîtina bi Norayr Manûkyan re bûye, ew jî kadetekî efser bûye ku amadekarîya ketina Sandhêrstê dikir.
Ev serdan gaveke din bûye ber bi berfirehkirina beşdarîya Ermenîstanê di bernameyên perwerdehîya parastinê yên Brîtanyayê û qewînkirina hevkarîya stratêjîk ya Brîtanyayê û Ermenîstanê tekez dike.







