H’emû nûçeSereke

Dema ku hûn serdana Ermenîstanê dikin, hûn hest dikin ku we di heman demê de serdana çend welatan kirîye. La Stampa

Ermenîstan rêzeçîyayên cûre-cûre yên domdar raberî geştîyaran dike, her yek bi karekterek xwe ya bêhempa. Gelîyên balkêş, platoyên bayî, daristanên çîyayî, bajarokên seyrangehê û rezên kevinar. Ev yek ji mezintirîn rojnameyên rojane yên Îtalyayê, La Stampa, dinivîse.

“Ew rêwîtîyek e di nav peyzajên cuda de. Hûn bi hêvîya serdana welatekî diçin, lê dema ku hûn vedigerin hûn hîs dikin ku we di heman demê de serdana çend welatan kirîye”.

Mesela, li Dîlîcanê, Ermenîstan xuyangê xwe diguherîne û hûn hîs dikin ku hûn gihîştine Aûstiryayê yan Slovenyayê. Daristanên qelew, hewaya şil, rêyên baş nîşankirî… Ermenîstan ji bo çîyagerîyê û bêhnvedana dawîya hefteyê cîhekî popûlyar e, gelek ermenî tên vir da ku di xwezayê de bimeşin, hewaya teze bistînin û xwarinê bixwin.

Kovar dinivîse: “Êçmîyazîn dilê ruhanî yê Ermenîstanê ye, katedrala wê bi baxçe û daranên xemilandî dorpêçkirî ye. Li nêzîkê wê xirbeyên Zvartnosê yên bi heybet hene. Di rojên zelal de, sembola neteweyî, çîyayê Araratê, li paşperdeyê radibe, ku îro li seranserê sînorê Tirkîyayê ye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button