H’emû nûçeSereke

Em piştrast bûn ku mirov bi rastî piştgirîya ajendaya aşîtîyê dikin Mîrzoyan bandorên xwe yên li ser têkilîyên xwe bi welatiîan re parve kirîye

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan, dema ku bandorên xwe yên ji têkilîyên xwe yên bi welatîyan re di serdanên xwe yên herêmî de parve kirîye, gotîye ku xelek ji bo xebata ku di warê sîyaseta der tê kirin spasdarîyê nîşan didin û rojeva aşîtîyê teqdîr dikin.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, Ararat Mîrzoyan  serdana xwe ya herêma Şîrakê, bersiva pirsên li ser têkilîyên serokwezîr Nîkol Paşînyan bi welatîyan re daye.

Mîrzoyan gotîye: “Dema serdanan de, herî kêm çend welatî hatine û ji bo karê ku hatîye kirin spasîya xwe anîne ziman. Ji vê mezintir teqdîr heye, birêz serokwezîr?”

Nîkol Paşînyan, serdanên herêmî yên berê de destnîşan kirîye ku pirsên welatîyan bi giranî bi rewşa herêmî û rewşa jeopolîtîk ya li dora Ermenîstanê ve girêdayî bûne û niha pirs li ser baxçeyên zarokan û mijarên bi vî rengî ne. Serokwezîr girîng dîtîye ku welatîyan balê dikişînin ser aşîtîyê.

Wezîrê karên der zêde kirîye ku mirov jî girîngîyê didin aşîtîyê, dema ku tiştên ku niha li herêmê diqewimin li ber çavan digirin.

“Em careke din piştrast bûne ku welatîyên Ermenîstanê bi rastî piştgirîyê didin rojeva aşîtîyê, reformên demokratîk û kûrkirina têkilîyên bi Yekîtîya Avropayê”,- Ararat Mîrzoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button