Gaza xav, sotemenîya dîzêlê, matêryalên înşaetê: Ermenîstan ji Îranê çi îtxal dike?

Her ku şerê li dijî Îranê dirêjtir bidome, zirara li aborîya cîhanî ewqas mezintir dibe.Bihayê pêtrolê 9 ê adarê ji 100 dolarî derbaz bûye. Borsayên cûre-cûre dem bi dem digirin û vedikin. Îran cînarê başûr ê Ermenîstanê ye û yek ji du welatan e ku sînorê bejahî yê vekirî bi me re heye. Şerê li Rojhilata Navîn wê çi bandora aborî ya gengaz li ser aborîya Ermenistanê bike?
Ermenîstanê du sînorên bejayî yên vekirî hene: bi Gurcistanê û bi Îranê re. Wekî din, Îran li gorî daneyên sala 2025 a yek ji hevkarên sereke yên bazirganîyê yên Ermenîstanê ye, piştî Rûsyayê, Çînistan û Yekîtîya Mîrtîyê Ereba çaremîn e. Par, hinardekirina bo Îranê kêm bûye, lê belê hawirdekirina ji Îranê zêde bûye. Agahîyên îstatîstîkî yên herî dawî behsa sala 2025 a dikin, ku hinardekirina ji Ermenîstanê bo Îranê gihîştîye 88.2 mîlyon dolarî, ango kêmbûneke 18.3 selefî. Di şûna wê de, hawirdekirin 8 selef zêde bûye û gihîştîye nêzîkî 680 mîlyon dolarî.Pispora navenda analîtîk ya Orbêlî Mêry Boyacyanê, di hevpeyvîneke bi Radiolurê re rewşê analîz dike.
“Ji ber pevçûna ji Îranê, di demek kurt de bandor wê li ser mîqdara hin kelûpelên ku ji Ermenîstanê re têne hawirdekirin, bi taybetî gaza xav, sotemenîya dîzêlê, matêryalên înşaetê û her weha hejmareke kelûpelên din yên malê hebe, ji bilî vê, kêmkirina dabînkirina matêryalên înşaetê ji Îranê dibe ku bandorê li ser bihayên matêryalên înşaetê li Ermenîstanê bike.
” Ermenistan bi giranî êlêktrîkê, vexwarinên alkolî û bêalkolî, cixare û berhemên madenê ji Îranê re hinarde dike.
“Li gorî komîtêya dahatên dewletê, di nîvê yekem yê sala 2025 a, Ermenîstanê kelûpelên bi qîmetê 45 mîlyon dolarî ji bo Îranê hinarde kirine, ku hema 80 selefê wê êlêktrîk bûye. Ermenîstan ji sala 2006 a vir ve bernameya “gaz li hember êlêktrîkê” bi Îranê re pêk tîne. Niha, bername bi awayekî normal tê pêkanîn, ku ev yek ji bo Ermenîstanê pir girîng e. Ji ber pevçûnê hin sînorkirin mimkûn in, lê bandora wê li ser aborîya Ermenîstanê wê pir mezin nebe”.
Ermenistanê 475.8 mîlyon gaz ji Îranê îtxal kirîye. Ev 17.6 selefê tevahîya gaza ku di sala 2025 a ji Ermenîstanê re hatîye îtxalkirin e. Ermenîstan bi giranî gazê ji Rûsyayê îtxal dike. Ji ber vê yekê, tu girêdayîbûna mîqdara taybetî ya îtxalkirina gazê bi Îranê re tune. Lê heger Ermenîstan êlêktrîkê îxrac neke, dibe ku pirsgirêkan bikşîne. Wekî din, nêzîkî 22 selefê kelûpelên ku ji Ermenîstanê bi rêya bejahî têne îxrackirin, ji Îranê derbaz dibin.
“Heger pevçûn demeke dirêj berdewam bike, dibe ku hin pirsgirêk ji bo danûstandina bazirganîyê ya Ermenîstanê hebin, bi taybetî, di şiklê hêvîyên înflasyonê de”.
Xeta êlêktrîkê ya volta bilind ya Îran-Ermenîstanê deh sala zedetire ku tê çêkirin. Li gorî texmînên cûre-cûre, xebitandina wê dê îxracata êlêktrîkê sê qat zêde bike. Wezîrê ênêrjî û çavkanîyên madenî Davîd Xûdatyan dibêje, temamkirina avakirinê, ku zêdetirî deh salan e didome, niha di qada xwestekan de ye, ji ber ku 85 selefê xebatê qedîya ye.
“Em hêvî dikin ku çêkirina xetê di sala 2026 a de biqede, ev yek derfeteke mezin peyda dike ku em mîqdareke mezintir ya êlêktrîkê ji bo Îranê hinarde bikin. Di warê îhaleyê de jî pêşketinên me hene. Pêvajoya îhaleyê ji bo du ji sê lotan dest pê kirîye. Ez bawer im ku di sala 2026 a peymanek bi avakeran re dê çêbibe. Ev îhaleyên navneteweyî ne îhtîmaleke mezin heye ku em van karan bi beşdariya şîrketên navneteweyî dest pê bikin.”
Metirsîyên herî mezin yên şerekî bi Îranê re ji bo sêktora darayî ya aborîyê ne. Borsayên cuda dem bi dem girtina bazarê radigihînin. Di rewşên weha de, ev xwezayî ye di dema guherînên mezin û heta şokên bihayê de, bazar naxebitin. Armanc ne afirandina panîkê ye, lê afirandina aramîya bihayê ye.Aborîzan Êdgar Axabêkyan dibêje, her tişt wê bi metirsî û şokan ve girêdayî be.
“Bandorên sereke dikarin ji ber înflasîyona çavkanîyên ênêrjîyê, têkçûna zincîrên hinardekirin yan hawirdekirinê yên bi Îranê re, yan jî, bi gelemperî, înflasîyona ji ber têkçûn yan guhertina zincîrên lojîstîkî yên kelûpelan çêbibin. Her wiha, heta radeyekê, di warê hatina nifûseke dîyarkirî ji Îranê bo Ermenîstanê yan jî hin xetereyên pê re têkildar de bin”.
Ermenîstan hin kelûpelan ji welatên din yên kendavê re jî dişîne. Zêr, elmas, berhemên çandinîyê, ji bo Yekîtîya Mîrtîyên Ereba têne şandin. Wekî din, barhilgirên ku ji başûr-rojhilatê Asyayê û welatên din yên parzemînê têne îtxalkirin, bi rêya Îranê digihîjin Ermenîstanê. Di vî warî de jî dibe ku pirsgirêk derkevin holê. Îthalatkirin bi rêyên din dibe ku bihatir û demdirêjtir be.







