H’emû nûçeSereke

“Korîdora navîn” rêyek e bo aşîtîya demdirêj li Başûrê Kafkasîyayê:fon dêr Layên

“Korîdora navîn” wê bazirganî û hevkarîyê li herêma Başûrê Kafkasîyayê ya berê ne aram bike norm, welatên herêmê bi hev û bi Avropayê ve girêbide.Derheqa wê yekêda seroka komîsyona Avropayê Ûrsûla fon der Layenê li konferansa balyozan de li Bryûsêlê ragîhandîye.

Seroka komîsyona Avropayê behsa projeyên cîhanî û girîngîya wan ji bo Avropayê kirîye, behsa “Korîdora navîn” kirîye, ku wê dema radestkirina kelûpelan ji Asyayê bo Avropayê ji 30 rojan kêm bike bo 15 rojan.

Li gorî fon dêr Layênê “ev korîdor wê welatên şer yên berê yên Başûrê Kafkasîyayê bi hev û bi Avropayê ve girêbide”.

Ewê tekez kirîye: “Çawa ku komir û pola piştî şerê cîhanêyî duyemîn Avropa yek kirîye, ev korîdora nû dikare bazirganî û hevkarîyê li herêmeke ne aram bike norm û ne tenê rê li ber Avropayê, lê di heman demê de rê li ber aşîtîyê jî veke”.

Seroka komîsîyona avropî her wiha gotîye ku veberhênanên Yekîtîya Avropayê li vê herêmê û her weha li Afrîkayê û Rojhilata Navîn, dihêle ku Yekîtîya Avropayê hevkarîyên erênî pêş bixe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button