SerekeSîyasî

Piştî 8 salên derbiderîyê 400 malbatên Efrînî ber bi malên xwe ve bi rê ketine

Piştî heyşt salan ji koçberîya bi zorê û jîyana di bin konan de, proseya vegera xelkê Efrînê bo ser mal û milkên wan dest pê kirîye. Di qonaxa yekem de, 400 malbat ji bajarê Qamişloyê ber bi Efrînê ve hatine birêkirin.

9 ê adarê li bajarê Qamişloyê, piştî bendewarîyeke dirêj, bi sedan koçberên efrînî amûrên malên xwe bar kirine û berê xwe dane cîhê bav û kalan. Ev prose di çarçoveya hewildanên nû yên ji bo asayîkirina rewşa herêmê û bidawîkirina êşa koçberan tê meşandin.

Koçberên ku vedigerin, hestên xwe ji Kurdistan24 ê re anîne ziman. Welatîyekî efrînî ku heyşt sal in ji mala xwe dûr e, ev roj wek “cejin û xewnekê” pênase kirîye û gotîye: “Piştî neh salan em vedigerin Efrînê. Hestên me nayên ziman, wek ku can vegere bedena xwe em wusa kêfxweş in”.

Dayîkeke Efrînî jî bi rondikên çavan ve gotîye: “Xwedê ji hemûyan razî be ku em vedigerin ser axa xwe. Me pir bêrîya mal û darên xwe kiriye”.

Hevkarîya ji bo rêyên ewle

Fermandarê hêzên asayîşê Sîyamend Efrînî di derbarê proseyê de daye zanîn, ew bi alîyên peywendîdar yên hukumeta Sûryayê re di hevahengîyê de ne, da ku rêyên ewle ji bo vegera xelqê bên vekirin. Efrînî destnîşan kirîye, amadekarî hatine kirin ku gel bi silametî di rêyên Til Temirê û Serê Kanîyê re derbas bibe.

Niha li herêma Cizîrê û Hesekê nêzîkî 8 hezar malbatên koçber li benda vegerê ne. Rayedarên herêmî diyar dikin ku armanca wan ew e ku di nava vê hefteyê de û berîya cejinê, hemû koçberan vegerînin malên wan.

Tê çaverêkirin ku piştî vê koma yekem ya ji 400 malbatî pêk tê, di rojên pêş de karwanên nû yên koçberan ji qamp û dibistanan derkevin û berê xwe bidin Efrînê û Serê Kanîyê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button