H’emû nûçeSereke

Serokwezîr beşdarî civîna vîdyokonfêransê ya ku ji hêla Antonîo Kosta û Ursula fon dêr Layên ve hatîye destpêkirin bûye

Serokwezîr Nîkol Paşînyan beşdarî vîdyokonfêransê bûye ya ku ji alîyê serokê konseya Ewropayê Antonîo Koşta û seroka komîsyona Avropayê Ursula fon dêr Layênê ve hatibû organîzekirin, di dema ku serokên hejmarek welatên herêmê rewşa Rojhilata Navîn û rêbazên gengaz ji bo kêmkirina rageşiya herêmî nîqaş kirine.

Di nîqaşê de, beşdaran li ser rewşa heyî û îmkanên çareserîyê nêrînên xwe parve kirine û girîngîya aktîvkirina hewldanên dîplomatîk tekez kirine.

Serokwezîr Paşînyan di axaftina xwe de destnîşan kirîye ku Ermenîstan bi fikar bûyerên li herêmê dişopîne, nemaze ji ber ku hejmarek welatên dost û hevkarên Ermenîstanê di vê rewşê de ne.

Serokwezîr girîngîya hewldanên dîplomatîk yên ji bo kêmkirina rageşîyê û aramkirina rewşê tekez kirîye, ku pêwîst e krîze di zûtirîn dem de bê çareser kirin. Nîkol Paşînyan amadebûna Ermenîstanê ji bo piştgirîkirina hemî destpêşxeriyên avaker yên ku armanc dikin aşîtî û aramîyê ji nû ve piştrast kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button