SerekeSîyasî

Firotana çekan ya cîhanî di navbera salên 2021-2025 a de nêzîkî 10  selefî zêde bûye:raporta SIPRI

Qebareya sereke ya veguhestina çekan di navbera dewletan de di salên 2021-2025 a de li gorî heyama pênc salên berê (2016-2020)  bi  9,2  selefî zêde bûye. Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda  înstîtûta lêkolînên aşîtîyê ya navneteweyî ya Stokholmê  raporta xwe ya nû de ragîhandîye.

Welatên avropî hawirdekirina çekên xwe ji sê qatan zêdetir kirîye û ev yek bûye wergirê herî mezin yê çekan. Hemû hinardekirin ji dabînkerê çekan yê herî mezin yê cîhanê, Dewletên Yekbûyî, 27 selef zêde bûye. Ev yek jî zêdebûna 217  selefî ya hinardekirina çekên Dewletên Yekbûyî bo Avropayê dihewîne.

Zêdebûna firotina çekan ya cîhanî bi giranî ji ber zêdebûna dabînkirina çekan bo Ûkraînayê (ku di salên 2021-2025 a de 9,7 selefê hemû veguhastinên çekan wergirt) û welatên din yên avropî pêk hatîye. Ji bilî Avropayê û Amêrîkayê, îtxalata çekan bo hemû herêmên din yên cîhanê kêm bûye.

Rêveberê bernameya raberkirina çekan ya SIPRI ê Mêtyû  Corc gotîye: “Her çend rageşî û pevçûnên li Asyayê, Rojhilata Navîn dibin sedema îtxalata çekan ya di asta mezin de jî, zêdebûneke berbiçev ya herikîna çekan ber bi dewletên avropî ve dabînkirina çekan ya cîhanî hema

Îsrayêl, ku heftemîn dabînkerê çekan yê herî mezin e, di navbera salên 2021-2025 a de rêjeya hinardekirina çekan ya Îtalyayê 157 selef zêde bûye û bû şeşemîn îxraçkarê herî mezin.

Welatên avropî 33 selefê hawirdekirina çekan ya cîhanî pêk tînin, hawirdekirina herêmê di navbera salên 2021-2025 a de li gorî serdema berê 210  selefî zêde bûye.

Welatên Asyayê di navbera salên 2021-2025 a de bi 31 selefê duyemîn rêjeya herî mezin ya hawirdekirina çekan pêk tînin.

Hawirdekirina çekan ji alîyê welatên Rojhilata Navîn ve di navbera salên 2021-2025 a de li gorî serdema berê 13 selef kêm bûye.Zêdetirî nîvê hawirdekirina çekan ji bo Rojhilata Navîn ji Dewletên Yekbûyî  (54 selef) hatîye kirin.

Hawirdekirina çekan ji alîyê welatên Afrîkayê ve di navbera salên 2021-2025 a de li gorî serdema berê 41 selefî kêm bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button