H’emû nûçeSereke

Mijarên  kûrkirina hevkarîya stratêjîk ya Ermenîstan-Amêrîkayê hatine niqaşkirin

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan 10 ê adarê li Parîzê ratî alîkarê wezîrê Dewletên Yekbûyîye karên der ji bo kontrolkirina çekan û kar û barên ewlekarîya navneteweyî Tomas Dînano hatîye.
Hevpeyvîneran li ser mijarên têkildarî kûrkirina hevkarîya stratêjîk ya Ermenîstan-Amêrîkayê di warên cûre-cûr de niqaş kirine.
Ararat Mîrzoyan û Tomas Dînano bi kêfxweşî temambûna danûstandinên li ser peymana hevkarîyê ya di navbera hukumetên Komara Ermenîstanê û Dewletên Yekbûyî de di warê karanîna aşîtîyane ya ênêrjîya atomî de destnîşan kirine û amadebûna ji bo îmzekirina peymanê bi formata guncaw û hevkarîya bêtir di vî warî de tekez kirine.
Projeyên binesazîya herêmî hatine niqaşkirin.
Li ser mijarên din yên balkêş yên hevbeş jî raman hatine paravekirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button