Serokwezîr Paşînyan bi seroka banka avakirin û pêşketina Avropayê re li ser pêşketina bernameyên hevbeş gotûbêj kirine

Serokwezîr Nîkol Paşînyan rastî seroka banka avakirin û pêşketina Avropayê Odîl Rêno-Basoyê hatîye.
Wek ku “Armenpress” ji daxuyanîya ku ji alîyê ofîsa serokwezîrê Komara Ermenîstanê ve hatîye weşandin, fêr dibe, hevdîtinê de mijarên têkildarîya pêvajoya hevkarîya dualî hatine niqaşkirin.
Berdewamîya hevkarîya çalek di çarçoveya rêformên ku ji alîyê hukumeta Komara Ermenîstanê ve têne kirin û her weha pêkanîna bi bandor ya bernameyên hevbeş yên ku armanc dikin pêşvebirina pêşbazîya sektora taybet, pêşxistina karsazîyên biçûk û navîn û modêrnîzasîyakirina binesazîyê, hatine tekez kirin.
Odîl Rêno-Basoyê amadebûna banka avakirin û pêşketina Avropayê ji bo berdewamîya piştgirîya hukumeta Ermenîstanê di pêkanîna bername û rêformên plankirî di sêktorên cûre-cûre de tekez kirîye.







