Wezîrên Fransîyayê û Ermenîstanêye karên der li ser pêşxistina hevkarîya stratêjîk di navbera her du welatan de axivîne

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan rastî wezîrê Fransîyayêyî karên der Jan-Noêl Barot hatîye.
Hevpeyvînvanan li ser xebata ku ji bo pêşxistina hevkarîya stratêjîk ya di navbera Ermenîstanê û Fransîyayê de tê kirin, niqaş kirine. Wana li ser bernameyên hevkarîyê yên sereke, di nav de di warên ênêrjî û binesazîyê de, axivîne.Derheqa wê yekêda wezîreta Ermenîstanêye karên ragîhandîye.
Wezîran li ser bûyerên asta bilind yên pêşerojê, tevî amadekarîyên ji bo civîna sîyasî ya avropî ya ku wê meha gulanê de li Yêrêvanê bê lidarxistin, niqaş kirine.Wana tekezî li ser hevkarîya berdewam kirîye ji bo qewînkirina berxwedana dêmokratîk li hember meylên heyî.
Ararat Mîrzoyan û Jan-Noêl Barot li ser pêşketinên li Rojhilata Navîn nêrînên xwe parve kirine.Wezîr Mîrzoyan girîngîya çareserkirina rewşê û mîsogerkirina aramîya herêmê tekez kirine.







