H’emû nûçeSereke

Çareserkirina rewşa li Libnanê bi giranî bi pêvajoyên li dora Îranê ve girêdayî ye: Şahan Gantaharyan

Li gorî pisporê navneteweyî û rêdaktorê rojnameya “Azda” ê ya li Bêyrûtê  Şahan Gantaharyan, her çend Libnan duyemîn xala germ ya şanoya dijminatîyê li Rojhilata Navîn be jî, ew di rewşeke derivatîf de ye. Li gorî wî, heya ku pêvajoyên li dora Îranê diqewimin neyên çareserkirin, hêzên çekdar yên Îsrayêlê wê gavên leşkerî ber bi Libnanê ve bavêjin.

Gantaharyan di hevpeyvînekê de bi peyamnêrê “Armenpress” ê re, nêrîneke wisa anîye ziman, behsa êrîşên asmanî yên ku ji alîyê hêzên çekdar yên Îsrayÿlê ve li ser axa Libnanê hatine kirin û rewşa ku di encama wan de li welêt çêbûye, çareserîyên gengaz yên rewşê, û her weha opÿrasîyonên leşkerî yên ku li dijî Îranê li Rojhilata Navîn, bi taybetî ji alîyê Dewletÿn Yekbûyî û Îsrayÿlê ve hatine destpêkirin, kirîye.

Li gorî pisporê navneteweyî, hêzên Îsrayêlê derbeyên pir giran û wêranker li paytext Bêyrûtê û wargehên li herêmên başûrê Lubnanê didin.

Şahan Gantaharyan tekez kirîye ku “Vê carê, gelek welatên erebî jî tê de beşdar in, ku baregehên leşkerî yên amêrîkî li wir in. Piştî Îranê, xala herî germ Libnan e, ji ber ku çekdarên Hêzbollahêye raste-rast bi Îsrayêlê re di pevçûnê de ne. Li vir, ne tenê li ser ewlehîya Îsrayêlê yan bêçekkirina Hêzbollah e ev hemû tenê beşek ji zincîreke mezin e. Bi taybetî, li ser hevgirtina berjewendîyên Dewletên Yekbûyî û Îsrayêlê ye. Bi awayekî berfirehtir, divê rewş wekî pêkhateyek ji şerekî mezin yê aborî yê amêrîka-Çînistanê jî bê dîtin, ku armanca wî ew e ku li ser rezervên pêtrol û gazê kontrol bê danîn û pêşî li Çînistanê bê girtin ku bi karanîna rêzêrvên pêtrolê yên Rojhilata Navîn bi awayekî azad bazîrganîyê bike”.

Pisporê navneteweyî gotîye:”Ne tenê herêmên başûrê Libnanê di bin êrîşê de ne, lê belê paytext Bêyrût jî. Li her cihê ku Îsrayêl hedef dibîne, lê dixe, lê vê carê bi roketan êrîşî otêlekê li beşa xirîstîyan ya Bêyrûtê jî kirîye û otêl bi tevahî hilweşîyaye”.

Li gorî Şahan Gantaharyan, niha êrîşeke berfireh ya hêzên bejayî yên Îsrayêlê tune ye, lê dîsa jî tevgerên hêdî ber bi avakirina wê herêma ewlehîyê ve têne dîtin.

Şahan Gantaharyan nêrîna xwe li ser çareserîyên gengaz yên rewşa giştî anîye ziman û destnîşan kirîye ku aramkirina rewşê wê bi giranî bi pêvajoyên li dora Îranê ve girêdayî be.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button