H’emû nûçeSereke

Em dixwazin di warên ewlehî, bazirganî û girêdana herêmî de jî têkilîyên xwe bi Ermenîstanê re kûrtir bikin: Mêsola

Yekîtîya Avropayê dixwaze dîyaloga sîyasî bi Ermenîstanê re di warên cûre-cûr de, di nav de ewlehî, bazirganî û girêdana herêmî, kûrtir bike.

Derheqawê yekêda seroka parlamênta Avropayê Robêrta Mêsolayê bersiva pirseke peyamnêrê “Armenpress” ê li Bryûsêlê dîyar kirîye.

Bersiva pirsa gelo, bi piştgirîya berdewam ya  parlamênta  Avropayê ji bo dêmokrasîyê li Ermenistanê, konsêya Avropayê ji bo berfirehkirina heyîna xwe li Ermenîstanê ji bo kûrkirina têkilîyên bi hemû partîyên sîyasî re û pêşvebirina dîyaloga berfireh bi wan re, Mêsolayê destnîşan kirîye ku him ji alîyê Yekîtîya Avropayê û him jî ji alîyê Ermenistanê ve pabendbûneke xurt ji bo kûrkirina têkilîyan heye.

Seroka konsêya Avropayê gotîye:”Em pêşwazîya pabendbûna Ermenîstanê ya ji bo kûrkirina têkilîyên di navbera parlamêntan de dikin û di vî warî de dîyalogeke sîyasî heye. Em bi rastî dixwazin têkilîyên xwe di warên ewlehî, bazirganî, girêdana herêmî de jî kûr bikin û em vê yekê bi salan e di nav strûktûrê de dibêjin”.

Robêrta Mêsolayê tekez kirîye ku salên borî de asta têkilîyên bi Ermenîstanê re bi girîngî zêde bûye.

Seroka konsêya Avropayê gotîye: “Li gorî pabendbûna dostên me yên ermenî di mehên dawî de, em dixwazin têkilîyên xwe kûrtir bikin. Ji ber vê yekê me xwest îro serokwezîrê Ermenîstanê vexwînin vir. Ev tenê gava yekem e di çarçoveya mandata me de. Hevtîya bê, civîna komîtêya hevkarîya parlamêntê ya Avropayê-Ermenîstanê wê pêk bê û  meha gulanê de, ji bo cara yekem di dîrokê de, civîna Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê wê li Yêrêvanê bê lidarxistin”.

Robêrta Mêsolayê tekez kirîye:”Çend meh berê, me biryar da ku li Moldovayê ofîsekê vekin, ku wê tevahîya herêma hevkarîya Rojhilatê, tevî Ermenîstanê, bigire nav xwe. Em bi tevahî pabendbûna xwe ya bi hemî hevalên xwe yên hevkarîya Rojhilatê re di vî warî de piştrast dikin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button