H’emû nûçeSereke

Hevalbendîya Welatên Serbest vexwendin wergirtîye da ku çavdêrîya hilbijartinên parlamêntîyê yên Ermenîstanê bike

Hevalbendîya Welatên Serbest vexwendin wergirtîye da ku çavdêrîya hilbijartinên parlamêntîyê yên Ermenîstanê bike.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda daxuyanîyekê de ku ji alîyê sêrvîsa çapemenîyê ya sêkrêtarîya konsêya Hevalbendîya Welatên Serbest ve hatîye weşandin, hatîye gotin.

Tê zanîn ku derheqa wê yekêda serokê parlamanta Ermenîstanê Alên Sîmonyan nameyek ji seroka konsêya Hevalbendîya Welatên Serbest û seroka konsêya Fêdêrasyona Rûsîyayê, Valêntîna Matvîênkoyê re şandîye.

Tê ragîhandin ku di nameyê de vexwendin ji bo şanda Hevalbendîya Welatên Serbest heye ku beşdarî çavdêrîya navneteweyî ya hilbijartinên parlamêntîyê yên li Ermenîstanê bibe.

Nameyê de bi taybetî tê gotin: “Rayedarên Ermenîstanê pabend in ku hilbijartinan li gorî norm û pîvanên dêmokratîk, bi ruhê azadî, edalet û şefafîyetê li dar bixin”.

Hilbijartinên parlamênta Komara Ermenîstanê wê 7 ê hezîrana sala 2026 a bê lidarxistin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button