Îsrayêl dixwaze Îranê ji îhtîmala ku bibe faktoreke girîng li Rojhilata Navîn bêpar bike:Armên Pêtrosyan

Analîstê sîyasî Armên Pêtrosyan du pêşşertên sereke destnîşan dike ku dikarin bibin sedema bidawîhatina dijminatîyê di navbera sêgoşeya Îran-Amêrîka-Îsrayêlê de.
Armên Pêtrosyan bi peyamnêrê “Armenpress”ê re li ser çalakîyên leşkerî yên ku ji alîyê Amêrîkayê û Îsrayêlê ve li dijî Îranê hatine destpêkirin û rewşa aloz ya li seranserê Rojhilata Navîn û vebijarkên çareserîyê axivîye.
Ewî zêde kirîye ku gelek derdorên pispor ji bo bidawîbûna pevçûnê sînorên demê yên cûda nîşan didin, mînak, heta 21-23 ê adarê.
“Ev ji ber du sedeman tê kirin.Ya yekem, Newroz wê li Îranê dest pê bike. Dibe ku alîyê êrîşkar vê rewşê ji bo armancên propagandayê bikar bîne, da ku gelê Îranê teşwîq bike ku derkeve kolanan û bi serbixwe hewil bide ku “desthilatê bigire destên xwe”. Wekî din, serdana serokê Dewletên Yekbûyî Donald Tramp ya li Çînistanê ji bo heman tarîxan hatîye plankirin, ku ev jî dibe ku bandorê li ser pêşketinan bike”,- analîstê sîyasî destnîşan kirîye.
“Lê belê, dibe ku alîyê îranî jî di qonaxekê de hewce bike ku şer rawestîne. Di vê gavê de, alîyê îranî pir baş fêm dike ku Dewletên Yekbûyî û Îsrayêlê ne amade ne û plan nakin ku şer rawestînin. Pêşbînîyeke wisa dikare li ser daxuyanîya dawî ya serokwezîr Bênyamîn Natanyahû bê kirin, ku li gorî wî alîyê îsrayêlî hîn jî divê hin pirsgirêkên stratêjîk çareser bike. Armanca Îsrayêlê bi taybetî ew e ku heger ew herî zêde, ango hilweşandina rêjîma Îranê, bi dest nexe, wê hingê herî kêm bi dest bixe da ku xeta sîyaseta der ya Îranê bi sîyaseta derve ya wê û Dewletên Yekbûyî ya li herêmê re li hev bike. Ji hêla stratêjîk ve, Îsrayêl armanc dike ku Îranê ji pêrspêktîfa ku bibe faktoreke girîng li Rojhilata Navîn bêpar bike”,- Pêtrosyan rave kirîye.
Bi balkişandina ser wê dîtinê ku di çapemenîyê de belav dibe ku dibêje em niha şahidê şerê cîhanê yê sêyemîn in, hevpeyvînkarê me tekez kirîye ku şerekî navneteweyî yê cîhanî yê wisa wê çêbibe dema ku çend hêzên supêr di heman demê de tê de beşdar bibin.
Pêtrosyan wiha dawî li axaftina xwe anîye: “Niha tiştekî wisa tune. Niha Rûsya di şerê Rûsyayê-Ûkraînayê de ye û Dewletên Yekbûyî jî bi Îranê re di şer de ye.Sênaryoyek rûbirûbûna raste-rast di navbera lîstikvanên cîhanî, aktorên atomî de niha di rojeva navneteweyî de nîne”.







