H’emû nûçeSereke

Serokê nû yê Îranê, ku bi tolhildana bavê xwe tijî ye, tawîzê nade: ew tundrewtir e, bi gotinên xwe yên şerxwaz tê nasîn: Davît Karapêtyan

Roja 10 emîn ya şerê di navbera Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, Îsrayêlê û Îranê de, nakokî ne tenê kêm nabe, lê di heman demê de dikeve qonaxeke demdirêj. Pisporê karûbarên navneteweyî Davît Karapêtyan di Factor TV de rewşa heyî analîz kirîye û pêşketinên gengaz yên di pevçûnê de  raber kirîye.

Davît Karapêtyan tekez dike ku armancên destpêkê yên êrîşa leşkerî bi awayekî berbiçev guherîne. “Opêrasîyona navdar wekî “Mertalê cihûdayê” dihat binavkirin. Ez difikirim ku divê niha nav bê guhertin, ji ber ku opêrasîyon bi gelemperî ji bo hin qonaxên kurt-dem dom dikin. Ew ji bo çar rojan hatibû plankirin, ku veguherî çar hefteyan, niha em dizanin ku heftêya çaremîn jî dê bê temam kirin û em heta behsa îlonê jî dikin”,- ew destnîşan dike.

Li gorî wî, dibe ku Îran xwedî şiyana “opêrasyonên leşkerî yên dijwar” be ku herî kêm şeş mehan bike. Ev yek daxuyaniyên rayedarên amêrîkî yên ku dibêjin potênsîyala leşkerî ya Îranê bi temamî hatîye hilweşandin, red dike. Rêberê gîyanî yê bilind ê nû yê Îranê, Mojteba Xamênêyî, kurê rêberê berê, hatîye tayînkirin. Li gorî Karapêtyan, ev guhertineke bingehîn di rewşê de ye.

Pispor tekez dike:”Ez tercîh dikim ku bi Ayatulah Xamênêyî re bi rêyên dîplomatîk, wekî ku tê gotin, rêyek hêsantir be ji kurê wî. Kur kesek e ku bi daxuyanîyên tundrewtir û çekdartir tê nasîn, ez difikirim ku niha hîn bêtir ji ber ku cîhad hatiye ragihandin û ew pêşengiya wê dike.Kur bi tîbûna tolhildanê ji bavê xwe tijî tê”.

Li gorî wî, Mocteba Xamênêyî “kesayetîyekî pir otorîter e ku têkiliyên baş bi avahîyên ewlehîyê re, nemaze bi pasdarên şoreşa Îslamî re heye û dikare bawerîya wan bi dest bixe.”Ev tayînkirin di bingeh de sênaryoya amêrîka û Îsrayêlê têk dibe, ku armanc dikir nakokîyên sîyasî yên navxweyî li Îranê derxînin

Li gorî analîza Karapêtyan, plana destpêkê ya Dewletên Yekbûyî û hevalbendên wê, “Plana A”, wiha bûye: “Armanca wan ew bûye ku Xamênêyêyî ji holê rakin, serokên payebilind ji holê rakin û di vî warî de, bi rêya entrîkayên sîyasî yên navxweyî, li Îranê şoreşekê pêk bînin. Bi rastî, ew bi ser neketin. Gelê Îranê di vî warî de hîn jî nelihev e”.

Karapêtyan bûyera li Naxçêvanê analîz dike û vê yekê red nake ku dibe ku ev hewldanek be ji bo kişandina Adirbêcanê nav şer. Ew rave dike ku êrîşeke bejayî li ser Îranê ji ber çiyay pir dijwar e, ji ber vê yekê alîyê bakur mantiqîtir dibe. “Ji bakur ve mantiqîtir û hêsantir e, û divê gelek dewlet beşdar bibin. Tenê mantîqa ku Qeter, Kuvêyt, Bahrêyn, Erebistana Saûdî beşdar bûne, nahêle ku Adirbêcan, ku bi tevahî bi Îranê re di aştîyê de nîne û armancên wê yên berfirehker yên demdirêj hene, bikeve nav şer”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button