SerekeSîyasî

Amêrîka û Îsrayêl dixwazin li Îranê rêjîmê biguherînin, lê ew tenê bi êrîşên esmanî nikarin bikin:Hosêynî

Amêrîka û Îsrayêl dixwazin rêjîma Îranê biguhêrînin, lê ew nikarin tenê bi êrîşên hewayî vê bikin, divê ew serî li opêrasyonên leşkerî yên bejayî bidin.Derheqa wê yekêda analîstê îranî Pûya Hosêynî hevpeyvîna bi News.am ê daye kifşê û gotîye ku derfeta wan ya ji bo vê yekê tune ye.

“Tramp naxwaze tevlî bibe, ji ber ku heger ew bibe, şer wê dirêj bibe û Dewletên Yekbûyî wê windahîyên mezintir bibîne. Di vê mijarê de di nav raya giştî ya amêrîkî de jî zext li dijî rêveberîyê heye, lê ew hêvî dikin ku bi hedefgirtina hêzên ewlehîyê, ew ê ji bo girseyên nerazî yên li hundirê Îranê derfetek biefirînin ku derkevin kolanan, xwepêşandanên li dijî hukumetê li dar bixin, provokasyonan û şerê navxweyî derxînin holê û bi vê yekê hewil bidin ku guhertinek di hukumetê de pêk bînin”,-ewî gotîye.

Hosêynî destnîşan kirîye ku gelek alîgirên desthilatdarîya heyî hene, ew kolanan nahêlin bi mîlyonan şopîner li bajarên cuda piştgirîyê didin hukumetê. “Lê girseyeke nerazî jî heye ku ji hukumetê hez nake, hejmara wan jî mezin e, lê hêzên der wan bikar tînin da ku daxwaza xwe pêk bînin, xwepêşandan û serhildanan teşwîq bikin.Ssênarên weha li Lîbyayê, Sûryayê hatine kirin. Natanyahû ji destpêkê ve gotibû ku ew dixwazin li Îranê ssênareke lîbyayîkirinê bicîh bînin, ji hundir ve gel teşwîq bikin ku guhartina desthilatdarîyê pêk bînin. Lê ev yek çênabe, li Îranê şerekî navxweyî çênabe. Îsrayêl dixwaze Îranê parçe bike da ku li herêmê dewletên bihêz tunebin û hêgêmonya xwe belav bikin. Ji bo ku li ser hemû çavkanîyên pêtrolê yên herêmê serdest bibin. Ev dewletên bihêz Îraq, Sûrya, Îran, Tirkya, Misir in”,- Hosêynî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button