Komîsyona Avropayê wê 90 mîlyon yûro piştgirîya byûcêtîyê û 53 mîlyon yûro alîkarîya têknîkî bide Ermenîstanê

Hukumetê civîna xwe ya 12 ê adarêda begemî daye peymana fînansnamê ya “Peymana piştgirîya byûcêyê ya pirsêktorî” ya di navbera Komara Ermenîstanê û komîsyona Avropayê de.
Di hincetê de tê gotin ku tîrmeha sala 2025 a de, komîsyona Avropayê planeke çalakîyê ya pirsalane ji bo alîkarîya darayî ya Yekîtîya Avropayê ji bo Ermenîstanê di bin plana berxwedan û mezinbûnê de ji bo salên darayî yên 2025-2027 a bi nirxa giştî ya 143 mîlyon yûro, ku ji du pêkhateyan pêk tê, pejirandîye, piştgirîya byûcêyê û alîkarîya têknîkî, bi rêzê ve 90 mîlyon yûro û 53 mîlyon yûro.
Qadên piştgirîya budçeyê ev in:
Rêveberîya darayî ya giştî û kontrola navxweyî,
Cûre-cûrkirina hinardekirinê,
Dîyaloga lîbêralîzasyona vîzayê û serwêrîya hiqûqê,
Kar, jêhatîbûn û têkilbûna civakî.
Niha tê plankirin ku peymana darayî ya “Peymana piştgirîya byûcêyê ya pirsêktorî” bê îmzekirin, ku ji pêkhateyên piştgirîya byûcêyê yên bi qîmetê 90 mîlyon yûro û pêkhateyên alîkarîya têknîkî yên bi qîmetê 53 mîlyon yûro pêk tê.
Proje pêşbînî dike ku 90 mîlyon yûro piştgirîya byûcêyê û 53 mîlyon yûro alîkarîya têknîkî bide Komara Ermenîstanê.







