“Zerdela zêrîn” tevlî tora fêdêrasîyona cîhanî ya komeleyên hilberînerên fîlman bûye

Fêdêrasîyona navneteweyî ya komeleyên hilberînerên fîlman, rêxistina pêşeng ya cîhanî ya ku çalakîyên fêstîvalên fîlman yên navneteweyî birêkûpêk dike û nas dike, bi fermî radigîhîne ku fêstîvala fîlman ya navneteweyî ya Yêrêvanê ya “Zerdela zêrîn”, ji nav 5,000 î zêdetir fêstîvalên fîlman yên li çaralîyê cîhanê hatine lidarxistin, bûye yek ji 50 fêstîvalên ku ji hêla FIAPF ve têne nas kirin.
Li gorî “Armenpress” ê, nivîsgeha “Zerdela zêrîn” radigîhîne ku akrêdîtasyona FIAPF ê, ku sala 1933 a de hatîye damezrandin, ji fêstîvalên ku di warên sîyaseta bernameyê, hevkarîya bi pîşesazîya fîlman re, şefafîyeta rêxistinî û hevkarîya navneteweyî de standartên navneteweyî yên bilind bicîh tînin re tê dayîn.
Tevlîbûna “Zerdela zêrîn” di vê torê de rola fêstîvalê ya mezinbûyî wek platformeke girîng ji bo dîyaloga herêmî li ser sînêma nivîskar di navbera Avropayê û Rojavayê Asyayê de piştrast dike.
“Zerdela zêrîn” wê mîsyona xwe ya piştgirîkirina sînêmaya nivîskar, kifşkirina dengên êfirîner yên nû û pêşvebirina dîyaloga çandî bi rêya sînemayê bidomîne.







