H’emû nûçeSereke

Yekîtîya Avropayê amade ye ku di destpêşxerîya “Xaçerêya aşîtîyê” ya Ermenîstanê de veberhênanê bike

Yekîtîya Avropayê bi biryar e ku hevkarîya xwe bi Ermenîstanê re qewîn bike û pabendbûna xwe ya ji bo pêşxistina aşîtî, aramî û hevkarîya herêmî li Başûrê Kafkasîyayê ji nû ve piştrast dike.Derheqa wê yekêda komîsarê kar û barên navxweyî û koçberîyê yê komîsyona avropî Magnûs Brûnêr  hevpeyvîna taybet bi “Armenpress” ê re gotîye.

Brûnêr destnîşan kirîye ku “Serdana min ya yekem ya  li Ermenîstanê ez bawer im ne ya dawî, berîya yekem civîna bilind ya Ermenistan-Yekîtîya Avrrpayê ya ku ji bo gulana sala 2026 a hatîye plankirin tê. Ev yek biryardarîya Yekîtîya Avropayê ya qewînkirina hevkarîya xwe bi Ermenîstanê re destnîşan dike û pabendbûna me ya ji bo pêşxistina aşîtî, aramî û hevkarîya herêmî li Başûrê Kafkasîyayê ji nû ve piştrast dike. Beşeke girîng ya vê yekê pêşketina di pêvajoya aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de ye.Yekîtîya Avropayê amade ye ku piştgirîya van hewldanan, di nav de bi rêya veberhênanên di pêşxistina ragîhandinên herêmî de, li gorî înîsîyatîva “Xaçerêya aşîtîyê” ya Ermenîstanê, bidomîne”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button