H’emû nûçeSereke

Yekîtîya Avropayê amade ye ku di destpêşxerîya “Xaçerêya aşîtîyê” ya Ermenîstanê veberhênanê bike

Yekîtîya Avropayê bi biryar e ku hevkarîya xwe bi Ermenîstanê re qewîn bike û pabendbûna xwe ya ji bo pêşxistina aşîtî, aramî û hevkarîya herêmî li Başûrê Kafkasîyayê ji nû ve piştrast dike.Derheqa wê yekêda komîsarê kar û barên navxweyî û koçberîyê yê komîsyona avropî  Magnûs Brûnêr hevpeyvîna taybet bi “Armenpress”  re gotîye.

Brûnêr destnîşan kirîye ku “Serdana min ya yekem ya Ermenîstanê  ez bawer im ne ya dawî, berîya yekem civîna bilind ya Ermenîstan-Yekîtîya  Avropayê ya ku  gulana sala 2026 a hatîye plankirin tê. Ev yek biryardarîya Yekîtîya Avropayê ya qewînkirina hevkarîya xwe bi Ermenîstanê re destnîşan dike û pabendbûna me ya ji bo pêşxistina aşîtî, aramî û hevkarîya herêmî li Başûrê Kafqasîyayê ji nû ve piştrast dike. Beşeke girîng ya vê yekê pêşketina di pêvajoya aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de ye.Yekîtîya Avropayê amade ye ku piştgirîya van hewldanan, di nav de bi rêya veberhênanên di pêşxistina ragîhandinên herêmî de, li gorî înîsîyatîva “Xaçerêya aşîtîyê” ya Ermenîstanê, bidomîne”.

Hevkarî di warên aborî yên pratîkî de jî zêde dibe.Yekîtîya Avropayê û Ermenîstanê bernameya berxwedan û mezinbûnê ya 270 mîlyon yûroyî bicîh tînin, ku piştgirîyê dide rêforman û beşdarî qewînkirina aborîya Ermenîstanê û berxwedana wê dibe.

Komîsarê Yekîtîya Avropayê tekez kirîye: “Di çarçoveya înîsîyatîva «Global Gateway» ê  de, em derfetên veberhênanê yên zêdetir di warên girêdana herêmî, cihêrengîya aborî, veguherînên dîcîtal û kesk, ewlehîya ênêrjîyê û hevkarîya avhewayê de vedikolin. Di heman demê de, em dixebitin ku derfetên bazirganîyê yên Ermenîstanê berfireh bikin û alîkarîya karsazîyên Ermenîstanê bikin ku ji gihîştina bazara Yekîtîya Avropayê ya bi qasî 450 mîlyon xerîdaran bi bandortir sûd werbigirin. Ev dikare ji bo hinardekirin, veberhênan û mezinbûna aborî ya Ermenîstanê derfetên nû veke”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button