
Teqînên rokêt û bomba û her weha agirê dêpoyên pêtrolê, madeyên jehrîn berdidin atmosifêrê ku ji bo tenduristîyê xeternak in. Ew bi dehan salan di hewa, ax û avê de dimînin û rakirina wan biha û dijwar e.Bloomberg dinivîse ku zirara jîngehê ya ji ber şerê li Rojhilata Navîn çêbûye wê demeke dirêj winda nebe.
Barana reş, qirêjîya hewê, ax û avê: şerê li Rojhilata Navîn, ji bilî leşkerî, pirsgirêkên cidî yên jîngehê jî çêkirîye.Jîngehparêz destnîşan dikin ku bandora şer li ser jîngehê wê demeke dirêj bidome.Mirov û ekosîstêm di xetereyê de ne.Bloomberg, bi îşaretek raporek ji alîyê çavdêrîya şêr û jîngehê ya brîtanî ve, ku rêxistinek e ku li ser şer û bandora wan li ser jîngehê lêkolîn dike,dinivîse ku ji ber şer û pevçûnan, li Rojhilata Navîn 300 bûyeran zêdetir hatine tomar kirin, ku ji bo jîngehê xeternak in.
“Ajans destnîşan dike ku dema mûşek û bombe diteqin, ew mêtalên giran û madeyên din yên jehrîn berdidin. Ew pir caran bi dehan salan di hewa, ax û avê de dimînin, xetereyek ji bo tenduristîyê çêdikin û biha ne û rakirina wan dijwar e”.
Bloomberg tekez dike ku Têhran li bin çîyayên Êlbûrsê ye, ku nahêlin hewa bi azadî bigere û madeyên zirardar li herêmê dimînin. 35 sal berê, rewşek wisa li paytexta Îranê derketibû holê. Bi sedan zevîyên pêtrolê li Kûvêytê agir pê ketibûn. Wê demê, ewrên dûman, hîdrokarbon li ser Tehranê daliqandî bûn. Ji ber êrîşên dawî yên li ser dêpo û rafinerîyên pêtrolê, pispor pêşbînî dikin ku heger şer berdewam bike, binesazîya sîvîl û ya ji nû ve bikarhatî wê pir caran bibe hedefa êrîşên mûşekî.
“Her çend teqîn û agirên duyemîn li gelek tesîsên leşkerî yên êrîş lê hatine kirin têne dîtin jî ew kêm hemî matêryalên xeternak ji holê radikin û dikarin bibin sedema gemarbûna zêdetir.Gemarîyên potênsîyal sotemenî, rûn û mêtalên giran in. Agir dikarin dîoksîn û fûran berdin”.
Pispor dibêjin ku gelek navendên leşkerî li Îranê, Libnanê û welatên kendavê nêzîkî deverên niştecîhbûnê ne, ev yek jî metirsîya rûbirûbûna bi gemarên ji şer zêde dike.Perçeyên biçûk yên karbona reş dikarin kûr bikevin nav pişikê. Li gorî Bloomberg ê, raportên ji Tehranê nîşan didin ku barana asîdî ya jehrîn heye.
Ev dîyarde dema ku pêtrola xav ya “tirş” ya dewlemend bi sûlfûr tê şewitandin çêdibe, dema ku dîoksîda sûlfûr tê berdan atmosferê û di dilopên baranê de vediguhere asîda sûlfûrîk. Li gorî rêjeya zêde, têkilîya bi asîda sûlfûrîk re çav û rêyên nefesê aciz dike, lê pir caran ji hev veqetandina van bandoran dijwar e”.
Pispor her wiha xetereya bandorên duyemîn dibînin. Ev yek wê çêbibe heger madeyên jehrîn bi bayê belav bibin. Ev ne tenê li Îranê, lê di heman demê de li seranserê herêmê jî heye. Bûyerên qirêjîya hewayê ya akût bi taybetî bandorê li kesên bi pirsgirêkên tenduristîyê dikin. Kesên ku ji nexweşîyên nefesê, dil û damaran û şekir dikişînin di komeke xetereya bilind de ne.
Hejmara bangên acîl yên ji bo pirsgirêkên nefesê, razandina nexweşxaneyê û mirinan zêde bûye.
Derketina ji dêpoyên pêtrolê hem ava vexwarinê û hem jî ya avdanê qirêj dike.
Li gorî lêkolînê, bandorên madeyên jehrîn li niştecîhên dûrî Tehranê jî têne hîskirin.Pispor pêşbînî dikin ku girseya hewayê wê ber bi bakûr-rojhilatê ve biçe.Çîyayên Zêrîn yên Altayê, ku li wir cemedên bilind hene, dibe ku di bin xetereya dûmana sedîmentî de bin.Piştî êrîşên Îsrayêlê yên li ser tesîsên pêtrolê yên Îranê, hîva Sor hişyarî da ku li Tehranê xetereya barana jehrîn yan asîdî heye.
Piştî ku barana giran sibeha 8 ê adarê de li Tehranê, bajarekî ku nifûsa wî 10 mîlyon e, barî, rayedarên bajêr jî li ser xetera belavbûna asîda jehrîn hişyarî dan.Wezîreta jîngehê ya Komara Ermenîstanê ragîhandîye ku ew bi berdewamî şert û mercên atmosifêrê dişopînin û di rewşa her guhertinekê de wê raya giştî agahdar bikin.







