SerekeSîyasî

Têhranê  elam kirîye keştîyên welatên ku di şerê Amêrîkayê û Îsrayêlê de ne beşdar in, dikarin ji  devtenga Hormûzê ra derbaz bibin

Wezîrê  Îranêyî karên der Abas Araxçî dîyar kirîye ku Îranê daxwaza agirbestê nekirîye û dixwaza piştrast bike ku her bidawîkirina şerê bi Îsrayêlê û Dewletên Yekbûyî bibe ya dawî, France 24 ê nivîsîye.

Li gorî Araxçî, devtenga Hormûzê tenê ji bo “dijminan û kesên ku piştgirîyê didin êrîşa wan” girtî ye.Heman demê de, ewî tekez kirîye ku welatên ku beşdarî şerê Amêrîkayê û Îsrayêlê yê li dijî Îranê nabin, bi hevahengî û destûra hêzên çekdar yên Îranê karibûn keştîyên xwe ji devtengê derbaz bikin.

Çar çavkanîyan  elamî Axios ê  kirine ku serokê Amêrîkayê Donald Tramp ji bo vekirina devtenga Hormûzê hevpeymanîyek ji welatan ava dike û hêvî dike ku di dawîya vê hevteyê de vê yekê ragîhîne.Tramp gotîye ku ew hêvî dike ku Çînistan, Fransîya, Japonya, Korêya Başûr, Padişatîya Yekbûyî û welatên din keştîyên şer bişînin devtenga Hormûzê  ku derbazbûna ewle ji bo keştîyan mîsoger bikin.

Tramp ragîhandîye ku gelek welatên ku ji hewldana Îranê ya girtina devtenga Hormûzê bandor bûne, wê keştîyên xwe yên şer li gel Dewletên Yekbûyî bişînin, lê dîyar nekirîye ka gelo peymana taybetî hatîye kirin yan jî bi kê re.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button